2. FESTÎVALA BAZARKIRINÊ YA GERMIYANÊ
JINAN DI FESTÎVALÊ DE BERHEMÊN XWE YÊN DEST NÎŞANDAN
Jinan di festîvalê de berhemên xwe yên dest dan nîşandan
Li Herêma Germiyan bi dehan jin tevlî Festîvala Bazirkirinê bûn û berhemên xwe nîşandan.
Di 11’ê Mijdarê de bi tevlîbûna nêzî 200 kompanya, navend û firoşgehan li Herêma Germiyan 2. Festîvala bi Bazarkirinê hate vekirin.
Di festîvalê de tevî kel û pelên cûda, cil û bergan jî bi dehan cûrên xwarinên Kurdewarî jî hatin nîşandan.
Bi dehan jin bi berhemên xwe yên dest, çandî û hûnerî tevlî festîvalê bûn. Festîval îro heya êvarî dewam dike û bi dawî dibe.
Berhemên jinan piraniya xwe ji cil û bergên Kurdî û gelek kel û pelên din pêkdihat. Berhemên destê jinan rastî eleqeyek mezin hat. Weke ku jin dibêjin, armanca tevlîbûna wan ya ji festîvalê, zindîkirina çanda Kurdî ye.