Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

180 pêşmergeyan çekê xwe danîn

 

“EM LI DIJÎ GERÎLA ŞER NAKIN”
PIŞTÎ VAN GOTINAN 180 PÊŞMERGEYAN ÇEKÊ XWE DANÎN

Bandora bangên rayedarên PKK’ê bi taybetî jî ya Mûrat Karayilan, ku di serê heftiyê de kiribû êdî encam dide.

Heya niha gelek fermandarên pêşmergeyan ragihandin ku ew bi tu awayî li dijî gerîla şer nekin.

Herî dawî jî agahiyeke din li ajansan belav bû.

Ajansa Firatê nûçeyek girîng ragihand.

Li gorî nûçeya ku xwe dispêre çavkaniyên herêmê;

Li kampeke perwerdehiyê ya li herêma Etrûşa Duhokê, 180 pêşmergeyan bi gotina ‘Em li dijî gerîla şer nakin’ çekê xwe danîne.

Xelkê herêmê jî diyar dikin ku li dijî şer in û bi awayekî xurt nerazîbûna xwe nîşan didin.

Tevî pêşmergeyan, tê gotin ku gelek cerdevan jî şer red dikin û ji herêmê dizivirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv