Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

15’Ê Kanûna 2015’an Êrişa li Dijî Sûr, Silopya û Cizîrê

 

Li Cizîrê Rêxistina HDP’ê daxuyaniyek da.
Rêxistinê diyarkir ku wê gelê kurd tû carî serî netewîne.

14’Ê KANÛNA 2015’AN ÊRIŞA LI DIJÎ SÛR, SILOPYA Û CIZÎRÊ
RÊXISTINA HDP’A CIZÎRÊ: WÊ GELÊ KURD TI CARÎ SERÎ NETEWÎNE

Li ser Komkujiya Cizîrê re 6 sal derbar bûn.

Di roja salvegerê de Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê bi tevlîbûna malbatên şehîdan,TJA û MEBYA DER pêk hat.

Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît daxuyanî xwend.

Û diyarkir ku qedexeya derketina kolanan di dîroka mirovahiyê de hovîtiyeke mezin e û wiha got;

Dewleta tirk a faşîst li Silopya, Hezex, Dêrik, Nisêbîn, Gever, Varto, Farqîn û Sûrê bi sedan sivîl qetil kir.

Di dema dorpêçkirina bajaran de 1 milyon û 800 hezar kes ji gelek mafên bingehîn ên azadî, ewlehî û mafê jiyanê bêpar man.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Cizîra Botan di nav de zarok û jin 300 kes hatin qetil kirin û wiha got;

Bi hezaran mal hatin rûxandin.

Dayikên du canî, zarokên pitik, kal û pîrên ku nikarin bimeşin ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetil kirin.

Bi hezaran mirov neçar man koç bikin.

Malbat bi salan e nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin.

Bi sedan cenaze hîna nehatine dîtin..

Dewleta tirk li ser cenazeyên zarokên me avahiyên TOKÎ çêkirin

Her wiha di daxuyanî de peyama “Gelê kurd ti carî serî natewînê” jî hat dayîn.

Gelê kurd hezar salin ku li hemberî polîtîkayên çokdanînê li ber xwe dide.

Wê nikaribin gelê Kurd tune bikin.

Yên ku tûne dibin li ber çavan e, wê îqtîdara AKP-MHP’ê biçe gel wê bimîne.

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv