Deklarasyona Mafê Jinan a 2020’an bi navê em zêdetir bi biryarin hat weşandin.
DEKLARASYONA MAFÊ JINAN A 2020’AN
EM ZÊDETIR BI BIRYAR IN
12 tor û platformên jinan ên ji sazî û dezgehên jinan pêk tên, 15ê Cotmehê li hev kom bûn.
Ji Ewropa û Emerîqaya Bakur, bi giştî ji 15 welatan 170 jin beşdarî civînê bûn.
Di kombûnê de cudakarî, tundî, zor û zehmetiyên aborî û binpêkirinên mafên jinan li tevahiya cîhanê rû bi rû dimînin nîqaş kirin.
Jinan encama vê bi deklarasyonekê parve kirin.
Di deklarasyonê de, hat gotin ku li tevahiya cîhanê, jin rastî hemû cudakarî, tundî, zextên aborî û binpêkirinên mafên mirovan tên û mafê wan bûye mijara bazarê.
Çend xalên Deklarasyona Mafê Jinan a 2020’an wiha ne:
* Binyatên baviksalar, polîtîkayên neolîberal, rêveberiyên otorîter, artêşparêz û şerên heyî, ev demek dirêje, mafê jinan û zarokên keç binpê dikin û jiyana wsan dixin talûkê.
*Rewşa şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) krîzên xizantî, bêkarî û guhertina xwezayê hîn zêdetir kûrtir kir û ev jî bûn sedem ku jin zêdetir zirarê bibînin.
Jinan di danezanê de careke din daxwazên xwe dubare kirin.
Divê hemû saziyên dewletan, saziyên taybet û saziyên civaka sivîl, li gorî mafê mirovan ên bingehîn û rûmeta mirovan bi awayekê wekhev tevbigerin.
Divê hemû hikumet, bi rêxistinên jinan re tevbigerin û mafên jin û zarokên keç ên aborî, siyasî, civakî, çandî, zayendî û hilberînê biparêzin û wekheviya zayendî ya civakê ava bikin.
Di serî de Peymana Stenbolê, Platforma Çalakî ya Pekînê, CEDAW û Peymana Mafê Zarokan, hemû belgeyên mafên mirovan, ji aliyê dewletan ve bên qebûlkirin û bi cih anîn.”