Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

123. Salvegera Rojnamevaniya Kurd

 

123. SALVEGERA ROJNAMEVANIYA KURD
ROJNAMEVANÊN KURD WEKE BERÊ NIHA JÎ DIBIN DENGÊ GELÊ XWE

Yekemîn rojnameya kurdî bi navê ‘Kurdistan’ 22’yê Nîsana 1898’an li paytexta Misrê Qahireyê bi pêşengiya Mîqdat Mîthat Bedirxan dest bi weşanê kir.

Ji ber zexta Osmaniyan ya li ser Misirê, rojnameya Kurdistanê neçar ma koçî Cenev, London û Folkstonê bike.

Rojnameya Kurdistan di 47 meh û 22 rojan de, li sirgûnê di rewşeke dijwar de 31 hejmar derket.

Piştî girtina rojnameya Kurdistanê, demeke dirêj kurd ji çapemeniyê bêpar man.

Dûra dîsa li derveyî welêt, li Şamê di 15ê Nîsana 1932’an de kovara Hawar ji aliyê Celadet Bedirxan û komek nivîskarên derdora Xoybûnê derket û heta 1943’an 57 hejmarên wê derketin.

Li gel Hawarê, rojnameya Ronahî jî dîsa ji aliyê ekîba Hawarê ve hat derxistin û bi Ronahiyê zimanê nûçeyan ê bi kurmancî hat pêşxistin.

Di serdema Komara Kurdistanê ya Mahabadê de jî gelek rojname û kovarên bi kurdî derketin.

Li bakurê Kurdistanê di salên 60’î de kovarên Kurdî dest bi weşanê kirin.

Lê belê piştî salên 1990î rojname û kovarên Kurdî êdî dest bi weşanên bi rêkûpêk kirin.

Weşana ku mora xwe li çapemeniya Kurdî da rojnameya hefteyî Welat bû.

Di heman pêvajoyê de rojnameya hefteyî Yenî Ulke û ya rojane Ozgur Gundem tevî tirkî bûn jî, ji aliyê Kurdan ve hatin derxistin.

Azadiya Welat li Amedê di sala 2006’an de dest bi weşana rojane kir.

Sala 2016’an bi girtina Azadiya Welat re rojnameya Rojeva Medya kevneşopiya Azadiya Welat dewr girt.

123. SALVEGERA ROJNAMEVANIYA KURD
15’Ê HEZÎRANA 1995’AN MED TEV DEST BI WEŞANÊ KIR

15’ê Hezîrana 1995’an bi destpêkirina weşanên yekemîn a televizyona Kurdî Med-TV, rojnamegeriya kurd êdî bû deng û rengê bênavber ê têkoşîna azadiya kurd û rûdanên li Kurdistan û Rojhilata Navîn.

Lê hêzên ku Kurdistanê dagir kirine û her tim hewl dan ziman û çanda Kurdî tine bikin, zext û êrîşên xwe yên li ser televîzyonên Kurdan zêde kirin..

Ji sala 1999’an ve, televîzyonên Kurdî Med Tv, Medya Tv, Roj Tv, Nûçe Tv, MMC, Med Nûçe û Newroz Tv hatin girtin.

123. SALVEGERA ROJNAMEVANIYA KURD
ŞERVANÊN HEQÎQETÊ

Ji salên 1990’î û vir ve tenê li bakurê Kurdistanê 30 jê nûçegihan, zêdetirî 76 xebatkarên rojnameyên Yenî Ulke, Welat, Ozgur Gundem û weşanên din ên Kurdan, ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatin qetilkirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv