Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

​​​​​​​Hamid El-Ferec: Êlên Ereb ji bilî Rêveberiya Xweser tu hêzeke din naxwazin 02.01.2021

Serokê eşîra Welde Hamid El-Ferec piştrast kir ku êlên Ereb di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker de bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re ne. El-Ferec lihevkirina Rûsyayê bi dewleta Tirk a dagirker re li ser hesabê gelên herêmê, şermezar kir.

Eşîra Welde ji mezintirîn qebîleyên Sûriyê ye. Ji gelek êlên li herêmê pêk tê. Rûspiyê wê Hamid El-Ferec ji ANHA`yê re axivî û piştrast kir ku di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê de êlên Ereb bi giştî û qebîleya Welde bi taybet bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ne..

El-Ferec di destpêka axaftina xwe de got: “Êlên Ereb li şûna Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) tu hêzeke din naxwazin. Ew nûnerên me yên tekane û rewa ne. Bi berxwedana QSD`ê ax û gelê me ji hovanetirîn terora li cîhanê ya ku bi saya desteka yekser a Tirkiyê xurt bûbû, rizgar bû.”

‘ÊLÊN EREB BI QSD`Ê RE NE’

El-Ferec eşkere kir ku rûspiyên herêmê dê di demeke nêz de bicivin û wiha domand: “Bi armanca nûkirina dilsoziya bi QSD`ê re û piştrastkirina rêgeza netewa demokratîk, nenavendîbûn û biratiya gelan, qebîleya Welde bi tevahiya êlên xwe bi beşdarbûna şandeyek ji Kobanê, Girê Spî û Qamişloyê amadekariya lidarxistina civîneke fireh di çend rojên bê de dikin.”

El-Ferec destnîşan kir ku divê hikumeta Şamê û dewletên herêmî bi Rêveberiya Xweser re îtîraf bikin bi taybet piştî ku li cîhanê bû nimune û gelên herêmê ji DAIŞ û rêxistinên din ên terorîst ku dewleta Tirk desteka wan dike, xilas kir. El-Ferec da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze wan rêxistinan vejîne. Ji ber wê bi navên cuda sazûmaniya wê ji nû ve ava dike û tev li şerên xwe dike çi li Sûriyê yan jî li Efrînê yan jî li Ermenistanê yanî li Keşmîrê.

‘BAWERIYA ÊLÊN EREB BI RÛSYAYÊ TUNE YE’

Der barê bêdengiya Rûsyayê li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê El-Ferec got: “Haya me ji lihevkirinên di navbera Rûsya û dewleta Tirk de heye. Ev lihevkirin îsbat kir ku Rûsya li herêmê ne hêzeke garantor e. Ji destpêkê ve em dizanin ku dewleta Tirk dewleteke êrişker e û komên çeteyên ji Sûriyê bi kar tîne da ku dewleta Osmanî ya ku ji destpêka qirna 20`an ve tune bûye, vejîne.”

El-Ferec wiha berdewam kir: “Baweriya me bi QSD û MSD`ê heye ku herêmê ji her aloziyekê yan jî komployekê xilas bikin. Em dizanin ku ew ji bo pêkanîna hêviyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di projeya netewa demokratîk û biratiya gelan de, kar dikin.”

El-Ferec rola Rûsyayê ya ku li ser hesabê gelê herêmê bi dewleta Tirk re lihev dike şermezar kir û ev yek destnîşan kir: “Em bazarê li ser xwîna şehîdên xwe yên ku ji bo rizgarkirina herêmê şehîd ketine, nakin. Planên dewleta Tirk wê li hemberî berxwedana QSD û êlên herêmê têk biçin.”

Di dawiyê de El-Ferec wiha pirsî: “Gelo dema DAIŞ û rêxistinên terorîst ên din tevahiya sînorên Sûriyê bi Tirkiyê re dagir kiribûn Erdogan li ku derê bû? Çima nelivî û ewlehiya xwe mîna ku îdia dike neparast? Erdogan tenê şerê projeya berxwedêr a li herêmê ango projeya netewa demokratîk, biratiya gelan û nimuneya zindî ya demokratiyê dike.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv