Daxuyaniyeke gelek balkêş ya HDPê heye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê dibêje
Hêzên artêşa tirk ji qadên Werxelê û tabûra Ereba ya Avaşînê vekişiya.
HPG vê vekişînê weke têkçûn pênase dike ûdide zanin dewleta tirk li van hereman negihiştiya armanca xwe û ji ber taktikên nû yên gerilla neçar maye heremê biterikne.
ENCAMA BERXWEDANA DÎROKÎ YA GERÎLA LI AVAŞÎNÊ
HPG: DEWLETA TIRK A DAGIRKER JI WERXELÊ Û TABÛRA EREBAN VEKIŞIYA
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama berxwedana gerîla eşkere kir.
HPG’ê destnîşan kir ku êrişên dagirkeriya tirk ên li qadên Werxelê û Tabûra Ereban hatine şikandin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de cih da van agahiyan:
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li qadên Werxelê û Tabûra Ereban ên herêma Avaşînê dane destpêkirin, ji aliyê hêzên me ve bi berxwedaneke dîrokî hatin pêşwazîkirin.
Dagirkerên ku nekarîn li ber vê berxwedanê bisekinin û fêhm kirin ku wê derbên girantir bixwin, ji qadên Werxelê û Tabûra Ereban vekişiyan.
HPG’ê di heman daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dagirkeriya tirk jî kirin:
16’ê Mijdarê li nehiya Çemankê ya Duhokê, gundê Nişarê û li Kanîmasî jî gundê Şiyê,
17’ê Mijdarê li herêma Zapê qada Sacayê bi balafirên şer hatin bombekirin.