TEVGERA ŞERÊ TAYBET LI BER AVAHIYA HDP’A AMEDÊ
MALBATA GOKDAG BEŞDARIYA BI BERDÊLA PEREYAN A VÊ TEVGERÊ RED KIR
Li ber avahiya HDP’a Amedê rêjîma faşît a AKP-MHP’ê ev demeke dirêj e, bi tevgereke şerê taybet ê li dijî gelê Kurd radibe.
Hin malbat xapandine û hin ji wan jî bi dayîna pereyan, li pêşiya avhiya HDPa Amedê dane rûniştandin.
Rêjîma faşîst bi polîsên xwe li ser malbata Gokdag heman zext kirin.
Derket holê, ku polîsên AKP-MHP’ê bi berdêla dayîna 5 hezar lîreyên Tirk zext li Habîb Gokdag kirine, ku beşdarî tevgera şerê taybet a li ber avahiya HDPa Amedê bibe.
Habîb Gokdag derheqê vê yekê ev agahî dan:
Dema birayê min eskeriya Tirk dikir, 2015’an ji Cizîrê tevî sîleha xwe beşdarî nav refên YPG’ê bû.
Piştî ku beşdar bû, timî polîsan bi ser malê de girtin.
Herî dawî beriya 2 mehan bi rêya telefonê xwe gihandin min û xwestin ez beşdarî tevgera li ber avahiya HDPa Amedê bibim.
Heke ez vê yekê bikim gotin “emê 5 heta 6 hezar lîreyên Tirk bidin te.”
Min jî ev yek red kir û careke din jî rû bi rû heman tişt teklîf kirin.
Timî bi gotina “dewlet li pişt te ye” hewl dan min qanee bikin.
Piştî ku Habîb Gokdag ev yek red kiriye, zextên li ser zêde bûne.
TEVGERA ŞERÊ TAYBET LI BER AVAHIYA HDP’A AMEDÊ
HABÎB GOKDAG: HEKE EZ HERIM WIR, EZ Ê BÛHURMETIYÊ LI GELÊ KURD BIKIM
Habîb Gokdag got, birayê min bi îradeya xwe ya azad beşdarî YPG’ê bû.
Piştre gef li min xwarin, ku ez heqê sîleha birayê min bi xwe re biriye bidim.
Habîb Gokdag sebeba vê sekna xwe ya li hemberî şerê taybet wiha vegot:
Heke ez herim beşdarî nav wan kesên li ber avahiya HDP’ê bibim, ezê bêhurmetiyê li birayê xwe û gelê Kurd bikim.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ku beriya niha jî heman zext li ser gelek malbatan hatibû kirin.
Û malbatan ev yek bi tundî red kiribûn û serbilindiya bi zarokên xwe re anîbûn ziman.