Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Polîtikaya PKK’ê ji bo êsîran: Tevgera azadiya Kurdistanê tim li gorî hiqûqa şer tevgeriya 18.02.2021

 

POLÎTÎKAYA PKK’Ê JI BO ÊSÎRAN
TEVGERA AZADIYA KURDISTANÊ TIM LI GORÎ HIQÛQA ŞER TEVGERIYA

PKK’ê di têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê de tim li gorî hiqûqa şer tevgeriya.

Di 24’ê çileya 1995’an de Konvansiyaona Cenevê jî îmze kir ku, ev konvansiyon xeta hiqûqa şer tayîn dike.

PKK’ê li ser soz û qewlê xwe ma lê dewleya tirk weke mînaka li Garê ti pîvanên şerî nas nekir.

Di çarçova şertnameya konvansiyonê PKK’ê li êsîran nêrt, bi rêya navbeynkaran ew teslîmî heyetan kir.

Lê dewleta tirk a qirrker bi argumana “Têkoşîna li dijî terorê” timî berpirsyariyên konvansiyonê binpê dike ango sûcê şer dike.

PKK’ê ku peyman îmze kir, 24’ê Çileya 1995’an de ev bi navê Rêber Apo; Bi sifetê Sekreterê Giştî yê PKK’ê, li Cenevê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand.

Di daxuyayaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta tirk timî sûcê şer dike û konvansiyon binpê dike.

Beyannameya PKK’ê xal bi xal bi vî rengî bû:

1. PKK di şerê dijî hêzên dewleta Tirk de, wê hurmetê bide Peymana Cenevê ya 1949’an û Protokola Pêşî ya 1977’an û wê berpisyariyên wan bi cih bîne.

2. Ji bo ku ti şik û guman li ser neyê hiştin, PKK, komên li jêrê weke hêzên ewlehiyê yên Tirk dibîne û ji ber vê jî weke hedefên meşrû yên êrîşê dibîne.

a- Endamên hêzên çekdar ên Tirk;
b-Endamên hêzên kontrgerîla yên Tirk;
c-Endamen Serwîsa Îstîxbarî ya Tirk;
d-Endamên Jandarm a Tirk;
e-Cerdevan.

PKK, heta ku nekevin nav kategoriyek ji van ên jor, memûran weke endamên hêzên ewlehiyê nabîne.

3. PKK wê miemeleya şer bi êsîrên endamên hêzên ewlehiyê yên Tirk bike.

4. PKK wê vê daxuyaniyê, Peymana Cenevê ya 1949’an û rêzên Protokolya Pêşî ya 1977’an li hêzên xwe berbelav bike. Ji bo ku ev rêgez werin bicihanîn û kesên ku ev binpêkirin were cezakirin pergaleke disîplînê qebûl kiriye.

5. PKK bang li hikûmeta Tirk dike ku eynî qewlan bide û bang li ICRC’ê dike ku teklîfa xizmetê qebûl bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv