HÊZÊN TÊKOŞÎNA YEKGIRTÎ
POLÎSÊN RÊJÎMA FAŞÎST ÊRIŞÎ RAGIHANDINA DAMEZRANDINÊ KIRIN
Hêzên Têkoşîna Yekgirtî îro xwestin li Rihtima navçeya Stenbolê Kadikoyê damezrandina xwe ya teqezbûyî ragihînin.
Lê polîsên rêjîma faşîst dor li cihê çalakiyê girtin.
Bi sedan kesên li ber avahiya HDPê ya Kadikoyê kom bûn, xwestin ber bi Rihtimê ve bimeşin.
Polîsên rêjîma faşîst bi awayekî hovane êrişî girseyî kirin û gelek kes kirin binçavan.
Her wiha êşkence li gelek parlementerên HDPê jî kirin.
Tevî vê yekê jî dema bultena me dihat amadekirin, meşa parlementerên HDPê ji bo ragihandina Hêzên Têkoşîna Yekgirtî ber bi Rihtimê ve dewam dikir.