Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pervîn Buldan: Soylu bi derew û îftirayan dixwaze sûcên xwe veşêre 23.02.2021

 

HEVSEROKA HDP’Ê PERVÎN BULDAN:
ERDOGAN Û AKP HEWL DIDIN TÊKÇÛNA XWE YA GARÊ VEŞÊRIN

Hevseroka Giştî ya HDP’ê di civîna koma partiya xwe de li ser berxwedana Garê, êrişên desthilatdariya Tirk û mijarên rojevê peyamên girîng dan.

Pervîn Buldan di serî de roja zimanê dayikê ya cîhanê 21’ê sibatê pîroz kir, zext û asîmîlasyona li ser Kurdî destnîşan kir û got: Emê li dijî yekperestî, pir zimanî, pir çandî û pir rengî biparêzin.

HEVSEROKA HDP’Ê PERVÎN BULDAN:
WEKÎ DUH Û ÎRO, EM Ê SIBE JÎ JI AKP Û ERDOGAN HESABÊ BIPIRSIN

Pervîn Buldan ji mirina 13 kesên li Garê jî, desthilatdariya AKP û şîrikên wê berpirsyar girtin û got: Ji bo têkçûn û sûcê xwe veşêrin, êrişê HDP’ê dikin. Lê berpirsyarê mirina wan mirovan AKP ye. Emê wekî doh û îro, sibe jî, ji wan hesabê bipirsin.

Pervîn Buldan hewldanên girtina HDP’ê jî, wekî parçeyeke veşartina têkçûna Garê nirxand û got: Wekî koroyek berê xwe dane me. Hebûna xwe di dijminahiya Kurdan û tinekirina HDP’ê de dibînin. Lê wê têkoşîna me, van hewldanên wan jî bê encam bihêle.

HEVSEROKA HDP’Ê PERVÎN BULDAN:
SOYLU BI DEREW Û ÎFTIRAYAN DIXWAZE SÛCÊN XWE VEŞÊRE

Pervîn Buldan bi bîr xist ku Suleyman Soylu bi derew û îftirayan dixwaze têkçûn û sûcên xwe veşêre û got: Soylu rabûye wêneyên Qendîlê belav dike. Ev wêne dema em bi erêkirina hukumetê çûn wir hatin kişandin. Serokê te Erdogan jî, bi meraqeke mezin li benda vegera me ya ji Qendîlê bû.

Pervîn Buldan diyar kir ku gelek tiştên bên gotin hene û got: Helbet dema roja wê were, emê wan sozên hukumetê wê çaxê dan me eşkere bikin.

HEVSEROKA HDP’Ê PERVÎN BULDAN
GARÊ ENCAMA HILWEŞANDINA MASEYA DOLMABAHÇEYÊ YE

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan bi bîr xist ku Rêber Apo gotibû eger firsed bidin, wê di hefteyekê de pirsgirêka Kurd çareser bike û got: Yên maseya çareseriyê hilweşand Erdogan bû. Yê ku tecrîd kûr kir ku dîsa ew bi xwe ye. Garê encama hilweşandina maseya Dolmabahçeye.

Pervîn Buldan li dijî êriş, girtin, binçavkirin û zextan jî biryardariya HDP’ê anî ziman û got: Çi dikin bila bikin, wê nikaribin pêşiya têkoşîna me ya mafdar bigirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv