Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Rojhilatê Sûrî êrişa balafirên amerikî 26.02.2021

 

LI ROJHILATÊ SÛRÎ ÊRIŞA BALAFIRÊN AMERÎKÎ
PENTAGON: BI ERÊKIRINA SEROK BIDEN, NAVENDÊN MILÎSÊN ÎRANÊ HATIN BOMBEKIRIN

Vê şevê balafirên Amerîkayê hin deverên bajarê Ebû Kemal ê Rojhilatê Sûrî bombardiman kirin…

Bûyer weke nûçeyeke flaşê ji aliyê ajansa Reutersê ve hat belavkirin..

Li gorî agahiyan, li hemberî êrişên li Iraqê ên li dijî baregehên Amerîkayê, balafiran navendên milîsên Îranê bombardiman kirin..

Ajans di nûçeya xwe de cih daye berdevkê wezareta parastinê John Kirby:

Bi erêkirina serok Joe Biden, hêzên Amerîkayê li Rojhilatê Sûrî, êriş birin ser navendên komên çekdar ên girêdayî Îranê.

Di êrişê de baregehên milîsên Îranê û navendên wan ên çavdêriyê hatin rûxandin.

Rayedareke payebilind ê Amerîkayê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Reutersê re ragihand ku Amerîka bi êrişê ev peyam daye:

Her çi hêzên milîsên yên girêdayî Îranê ku êrişî hedefên Amerîka li Iraqê dikin, wê bê ceza nemînin..

Li gorî ajansa Reutersê, bûyera li Rojhilatê Sûrî weke bersiva êrişa 15’ê Sibatê a li Hewlêrê hatiye kirin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv