Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Ingilîstanê 10 rojname ji bo azadiya Rêber Apo Îlan dan 23.02.2021

 

“DEM HATIYE, JI OCALAN RE AZADΔ
LI ÎNGILÎSTANÊ 10 ROJNAME JI BO AZADIYA RÊBER APO, ÎLAN DAN

Kampanya bi slogana “dem hatiye, ji Ocalan re azadî” li gelek qadan bi çalakiyên cihêreng berdewam dike..

Li gelek, xwepêşandan û komkirina îmzeyan, li ser asta ragihandinê jî kampanya tê meşandin..

10 rojnameyên li Îngilîstanê bi sernivîsa “ji Ocalan re azadî” îlanên tam rûpel dan..

Rojnameyên îlana azadiya Rêber Apo bi xwendevanên xwe re parve kirine ev in:

Hucknall Dispatch, The Gazette, The Guardian, Advertiser, Rasen Mail, Sunderland Echo, Sleaford Standard, Visitor, The News Courier û The Bucks Herald..

Di îlanên rojnameyan de ev xal hatin bicihkirin:

Ti civak bi qasî Kurd êş nekişandiye. Kurd bi lehengiyeke mezin li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûrî jiyaneke nû ava dikin. Kurd her gavê daxwaza çareseriya aştiyane kirine. Tevî vê yekê jî dewleta Tirk her êrişî Kurdan dike.

Cîhan jî li hemberî vê bê deng e.

Bêtirî 20 salan e li dijî Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke dijwar heye. Êdî dem hatiye ku ev tecrîd bidawî bibe û Ocalan were azadkirin.

Di îlanan de ji bo çareseriyê jî ev daxwaz hatin kirin:

Divê tecrîd hemen rabe û Ocalan azad bibe.

Zextên dewleta Tirk li hemberî hêzên muxalif werin bidawîkirin.

Girtiyên siyasî li zindanên Tirkiyê werin berdan.

Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî were bidawîkirin û bi desteka hêzên navneteweyî pêvajoya aştiyê destpê bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv