Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya ‘Peace in Kurdistan’ banga beşdariya kampanya ‘Dema Azadiya Ocalan Hatiye’ kir 12.02.2021

 

“DEMA AZADIYA OCALAN HATIYE”
ÎNTERVENTIONISTISCHE LÎNKE JÎ BEŞDARÎ KAMPANYA AZADIYA OCALAN BÛ

Interventionistische Linke a beşdarî kampanya azadiya Rêber Apo bû, li 33 bajarên Alman xwedî rêxistinê ye.

Vê rêxistinê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku, ew jî beşdarî kampanya dema wê hatiye ya ji bo azadiya Rêber Apo bûye.

Rêxistinê ji Almanya xwest ku dawî li qedexeyên posterên Ocalan û krîmînalîzekirina Kurdan berde û ji Neteweyên Yekbûyî jî, xwest ji bo azadiya Ocalan beşdarî kampanya bibe.

“DEMA AZADIYA OCALAN HATIYE”
PEACE ÎN KURDISTAN BANGA BEŞDARIYA KAMPANYA KIR

Li aliyê din Peace in Kurdistan ango komîteya ji Kurdistanê re aştî jî banga beşdariya kampanya ji bo azadiya Rêber Apo kir.

Înîsiyatîfê bi bîr xistiye ku Rêber Apo 22 salin di bin tecrîd û şertên dijwar de tê girtin û wiha gotiye: Birêz Ocalan di bin van şertan de jî têdikoşe û bi saya wî têkoşîna jinê gihişt asta wekheviyê.

Peace in Kurdistan têkoşîna mafdar a PKK’ê û rola wê ya di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de jî destnîşan kiriye û gotiye: Êdî dem hatiye birêz Ocalan azad bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv