Li Rojevayê Kurdistan şoreş bi pêşengiya jinên, di hemû qadên jiyanê de guhertin diafirîne. Di nava gelek karên ku mêran hatibûn naskirin, niiha jinê bi wan karan de radibe û erkê pêktîne. Li Qamişlo jinek ciwan a Ereb, a bi navê Hediya Asaf dest bi karên çêkirina alavên elekrtonîkê ên xerab bûne kir.
Nûçgihan Ciwana Cuma raporek li ser mijarê amadakir.
Hediya Asaf dibêje: Eger em guh bidin gotinên li dora me li ser me jinan tê gotin, wê demê emê nikaribin vî karê xwe bikin. Divê em di her qadên kar de wek mêran cihê xwe bigirin.