LI GARÊ SERKETINA BERXWEDANA GERÎLA
HPG: HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN HPG’Ê LI SIYANÊ LI DAGIRKERAN DAN
10’ê Sibatê ber destê şefeqê artêşa Tirk a dagirker li dijî herêma Garê dest bi êrişeke dagirkeriyê kir.
Wezîrê şerê taybet Hulusî Akar bixwe eşkere kir, ku di êrişê de 40 balafir, bi dehan helîkopter û bi hezaran esker hatine bikaranîn.
Li dijî ewqas balafir, helîkopteran jî artêşa tirk ji gerîla derbê xwar û di 14’ê sibatê de vekişiya.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG’ê der barê şerê li Garê de daxuyanî da.
HPG ragihand ku hêzên wan ên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed li herêma Siyanê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker 2 çalakiyên serketî kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê der barê çalakiyan de ev agahî dan:
Hêzên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed, 12’ê Sibatê saet di 14:30’î de bi balafirên bêmirov li dagirkerên li herêma Siyanê dan.
13’ê Sibatê saet di 09:45’an de jî li herêma Siyanê bi rengekî serketî li dagirkeran dan.
Hejmara dagirkerên ku di encama herdu çalakiyan de hatin cezakirin nehate zelalkirin.
Lê dagirkerên hatin kuştin û yên hatin birîndarkirin bi helîkopteran ji herêmê birin.