Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Bi dehan dagirker hatin kuştin 12.02.2021

 

TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ
HPG: BI DEHAN DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û têkildarî tevgera dagirkirina Garê ya ji aliyê dewleta Tirk ve agahiyên girîng parve kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku dewleta Tirk a dagirker piştî bomberdimana bi balafiran, saet 5’ê şeveqa 10’ê Sibatê esker danîne gundê Siyanê.

HPG’ê ev agahî parve kirin:

Li vê derê şerê pêşî qewimî û gelek dagirker hatin kuştin û qismek jê jî birîndar bûn.

Ji ber ku derb xwarin, dagirker neçar man vekişin.

Qada şer û kampeke li vê derê bi balafirên şer bi dijwarî hat bombekirin.

Piştî bomberdimanê hêzên gerîla careke din çalakiyeke êrişê li dijî dagirkerên kom bûbûn li dar xistin.

Li vê derê jî bi dehan dagirker hatin kuştin.

Dagirkerên derbeke giran xwarin xwe ji qada şer vekişandin.

Dîsa 10’ê Sibatê danê nîvro qada şer 6 caran ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker hewl da heman qadê dîsa bi helîkopteran bombe bike.

Hêzên gerîla dest li vê hewldanê werdan û helîkopter li ser vê yekê ji qadê dûrketin.

Şerê li qada Siyanê ji 10’ê Sibatê ve didome.

Dîsa 11’ê Sibatê qadên Sêdarê, Nêranê, dora gundên Museleka, Bilindbazê û Şikeftiyan 20 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv