Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hêlîn Umît: Çalakiyên li Wan û Batmanê serhildanek bûn 06.02.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ENDAMA KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê HÊLÎN UMÎT JI ANF’Ê RE NIRXAND

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît têkildarî Pêngava Dem Dema Azadiyê ye û di vî warî de têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê-ANF’ê re axivî.

Hêlîn Umît bi taybetî bal kişand ser çalakiyên li Bakurê Kurdistanê zêde dibin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
HÊLÎN UMÎT: ÇALAKIYÊN LI WAN Û BATMANÊ SERHILDANEK BÛN

Ez tevahiya xelkê Bakurê Kurdistanê pîroz dikim.

Çalakiyên li Wan û Batmanê pêk hatin, her yek ji wan serhildaneke.

Ev çalakî û serhildan, hest, daxwaz û fikrên rastî yên xelkê Bakurê Kurdistanê ne.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
HÊLÎN UMÎT: SERHILDANA XELKÊ BAKUR WÊ FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê HILWEŞÎNE

Hêlîn Umît destnîşan kir, ku bi domdakirina vê serhildanê êdî wê ne pêkan be, ku faşîzma AKP-MHP’ê bixwespartina zor û zextan li ser piyan bimîne.

Ji bo nekevin, wê zêdetir zor û zextan pêk bînin.

Lê wê ev yek hewldaneke vala be.

Ji ber ku bi serhildana xelkê Bakurê Kurdistanê, wê pêşî pergala zor û zextan hilweşe.

Dema faşîzma AKP-MHP’ê hat tinekirin, wê dawî li rêjîma qirker û mêtînger a Komara Tirkiyê jî were.

Gelê Kurdistanê wê azad bibe û Tirkiye jî bigihe demokrasiyekê.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
HÊLÎN UMÎT: SERHILDANA GELÊ KURD QONAXA SERKETINÊ YA ŞOREŞA KURDISTANÊ YE

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît li ser ast û qonaxa ku Pêngava Dem Dema Azadiyê xwe gihandiyê jî wiha got:

Serhildana gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê, xwedî qonaxeke girîng ji bo Şoreşa Kurdistanê ye.

Ev yek qonaxa serfirazî û serketinê ji bo Şoreşa Kurdistanê îfade dike.

Bêguman, afrînerê van nirxan hemûyan Rêber Apo ye û herî zêde jî xelkê Bakurê Kurdistanê vê yekê dizane.

Ji ber vê yekê xelkê Bakurê Kurdistanê timî bêdudilî xwedî li Rêber Apo derketiye.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
HÊLÎN UMÎT: XELKÊ BAKUR ISPAT KIR, KU PIRSGIRÊKA YEKÎTIYA NETEWEYÎ NÎNE

Hêlîn Umît berevajî nîqaşên neyênî yên ji bo Yekîtîya Neteweyî ya gelê Kurdistanê, ev nirxandin kir:

Gelê Kurd bi xwedîderketina li Rêber Apo, xwedî li vê xeta têkoşînê yanî xwedî li tevahiya nirxên neteweyî derdikeve.

Bi serhildanên dawî, xelkê Bakurê Kurdistanê piştrast kir, ku wî yekîtiya neteweyî ava kiriye.

Bi vê yekê yekîtiya neteweyî li 4 beşên Kurdistanê û her devera Kurd lê dijîn pêk hatiye.

Xelkê Bakurê Kurdistanê ispat kir, ku ti pirsgirêka yekîtiya neteweyî nîne.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
HÊLÎN UMÎT: BI MEZINKIRINA WÊ, HEDEFA PÊNGAVÊ GELEKÎ NÊZ E

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît bang ji her kesî xwest, ku bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, têkoşîn û berxwedana li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bixe rojeva xwe ya sereke û wiha got:

Bi qonaxa ku me xwe gihandiyê diyar dibe, ku hedefa pêngavê gelekî nêz bûye.

Heke bi vî awayî û zêdetir mezinkirina wê bidome, ne mumkun e faşîzma AKP-MHP’ê li ser piyan bimîne.

Divê têkoşîn li ser vê bingehê be û jixwe serketin jî li ser vê bingehê ye.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv