CIVÎNA KONSEYA FERMANDARIYÊ YA HPG’Ê
HÊJAR ZOZAN: GERÎLAYÊN JIN DI ŞER DE BI PÊŞENGIYÊ RABÛN
Konseya Fermandariyê ya HPG’ê di navbera 18 û 26’ê Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi civîneke girîng bersiv da êrişên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê.
Ji gelek herêmên Kurdistanê fermandarên HPG û YJA-Starê beşdarî civîna salane ya Konseya Feramndariyê bûn.
Yek ji wan jî ji Fermandarên YJA-Starê Hêjar Zozan bû.
Hêjar Zozan bi taybetî li ser erk û berpirsiyariya gerîlayên YJA-Starê di şerê li dijî dagirkeriya Tirk de rawestiya.
Fermandar Hêjar bal kişand ser Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê jî li vir jî rola pêşeng a gerîlayên jin destnîşan kir.
CIVÎNA KONSEYA FERMANDARIYÊ YA HPG’Ê
HÊJAR ZOZAN: ÇALAKIYÊN YJA-STARÊ TOLHILDANA JI ÊRIŞ Û TECAWIZAN BÛ
Hêjar Zozan da zanîn, ku berxwedan û cenga li Heftanînê li her qada şer îlham da gerîlayên jin.
Fermandara jin ev yek weke gavên tolhildana jinê ji kuştin, şidet, tecawiz û êrişan nirxand.
Hêjar Zozan çalakiyên li herêmên Xerza, Botan, Zagrosê û gelek deverên din jî bibîrxistin.
CIVÎNA KONSEYA FERMANDARIYÊ YA HPG’Ê
HÊJAR ZOZAN: JI BO AZADIYA SEROKATIYÊ DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN
Ji fermandarên YJA-Starê Hêjar Zozan destnîşan kir, ku çalakiyên 2020’an ji bo wan bûne tecrûbeyek da ku 2021’ê têkoşîna xwe dewlemendtir bikin.