JI HDP’Ê KAMPANYAYEKE NÛ
BI ŞIYARA “JI BO HERKESÎ EDELET” 8’Ê SIBATÊ DEST PÊ DIKE
Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê di 8’ê sibatê de dest bi kampanya “ji bo herkesî edelet” dike.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê, parlementer û nunerên pêkhateyan jî wê beşdarî kampanyayê bibin.
Starta kampanyayê jî, wê 8’ê sibatê bi civîneke li Enqerê dest pê bike û heta meha hezîranê dewam bike.
Hevserokên HDP’ê wê di civînê de perspektîfa çareseriyê ya ji bo pirsgirêkên Tirkiyê eşkere bikin û dûre jî dest bi xebatan bikin.
Di çarçoveya kampanyayê de wê çalakiyên cûr be cûr bên lidarxistin û ji rewşenbîr, nivîskar û şexsiyetên cûda jî piştgirî bê xwestin.