ÊRIŞÊN LI DIJÎ HDP’Ê
LI DIJÎ WEKÎLÊN HDP’Ê ÊRIŞÊN QIRKIRINA SIYASÎ
16’emîn Daîreya Dadgeha Bilind, 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ku li Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlôglû hatibû birîn, erê kir.
Ev ceza ji ber îdiaya “Propagandaya rêxistinê” ye.
Heke ev biryar di lijneya giştî de were xwendin wê wekîltiya Gergerlîoglu were betalkirin.
Li aliyê din Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, bi hinceta “Çalakiyên Kobanê” Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de derbarê 9 parlamenterên HDP’ê de fezleke amade kir.
Dozgeriyê fezleke ji Wezareta Dadê re şand.
Parlementerên der barê wan de fezleke hatine amade kirin ev in:
Pervîn Bûldan, Fatma Kûrtûlan, Garo Paylan, Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Sarûhan Olûç, Serpîl Kemalbay, Sezaî Temellî û Pero Dundar.