Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana li zîndanan di roja 75’an de dewam dike 09.02.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA LI ZÎNDANAN DI ROJA 75’AN DE DEWAM DIKE

Ji bo azadiya Fizikî ya rêber Abdullah Ocalan li zêdeyî 120 girtîgehan girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê tevlî pêngava dem dema azadiyê ye bûne.

Çalakiya girtiyan 27’ê mijdara 2020’an destpêkir û îro di roja 75’an de ye û ji aliyê koma 15’an ve ev çalakî bi rêve diçe.

Girtî bi rêya malbatên xwe peyam rêdikin û dibêjin: armanca wan netenê şikandina tecrîdê, bi fizîkî azadkirina Abdullah Ocalan ne.

MECLISÊN JINAN A HDP’Ê:
DAXWAZÊN BERXWEDÊRÊN DI GREVÊ DE NE DAXWAZÊN ME HEMÛYAN E

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê ji bo ku balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanya ‘Destpêkê Edalet’ de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê ya Mêrdînê hat dayîn û Aktivîstên TJA, dayikên aştiyê di çalakiyê de amadebûn.

Jinan dibin dorpêça polîsên dewleta Tirk de li dijî tecrîdê, êşkenceyê, bi diruşma “ji bo girtiyên jin” edalet daxuyaniya xwe dan

Li Tirkiyê her roja diçe binpêkirina mafan zêde dibe. Tecrîd li vî welatî bû navê şer, tunebûn û êşkencê. Bû şeklê rêveberiya îktîdarê.

Meclisa Jinan diyar kir, bi pêşengiya girtiyan li dijî faşîzmê berxwedanek heye û ew ê jî bi çalakiyên xwe piştgiri bidin pêngavê û bi rihê têkoşînê dawî li tecrîdê bînin.

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Meclisa Jinan a HDP’ê Şirnexê jî di çarçova Kampanya “Destpêkê Edalet” daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê pêk hat. Hevseroka HDP’a Şirnexê Zeynep Salgucak di daxuyaniyê de bal kişand ser berxwedana li zindanan û got:

Daxwazên berxwedêran daxwazên me ne jî. Em weke jin xwedî liw an daxwazan derdikevin.

Meclisa Jinan a HDP’a Rihayê jî bi heman armancî li avahiya xwe daxuyaniyek da.

Hevseroka HDP’a Rihayê Emîne Çetîner daxuyanî da û got: Em jin hemû dibêjin daxwazên berxwedêrên di greva birçînûnê de ne, daxwazên me ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv