“DEM HATIYE, JI OCALAN RE AZADΔ
74 AKADEMÎSYENÊN ÎTALÎ BEŞDARÎ KAMPANYAYA AZADIYÊ BÛN
Li Îtalyayê 74 akademîsyenên Zanîngeha Calabrîayê tevli kampnayaya “Dem Hatiye Ji Ocalan Re Azadî” bûn.
Akademîsyenan di daxuyaniya xwe de got:
Lîderê gelê Kurd 22 sal in li Girava Îmraliyê di nava tecrîdê de ye.
Nelson Mandela ji bo Afrîkaya Başûr çibe, Ocalan jî ji bo gelê Kurd heman tişt e.
Ew sembola têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Li Rojhilata Navîn jî Ocalan ala aştiyê ye.
Di nava 22 salên derbasbûyî de bi fikrên xwe hêviyeke mezin da gelan.
Ji ber vê çendê em destekê didin kampanya azadiya Ocalan.
Vê desteka watedar a akademîsyenan, siyasemedar Yilmaz Orkam di Nîvrojê de nirxand.
Yilmaz Orkam ku li Îtalyayê dimîne destnîşan kir ku wan di îlona 2020’an de li seranserî Îtalyayê ji bo azadiya Rêber Apo îmze kom kirine.
Yilmaz Orkam bal kişand ser wê yekê li Îtalyayê kampanyaya ji bo azadiya Rêber Apo her ku diçe mezin dibe û îşaret bi desteka akademîsyenan kir.
Yilmaz Orkam diyar kir ku daxwaza wan ew e, ev kampanya li temamiya zanîngehên Îtalyayê jî were birêvebirin.
Yilmaz Orkam bal kişand ser wê ku li cîhanê xwedîderketina li Rêber Apo zêde dibe û xwest gelê kurd vê yekê baş bibîne û zêdetir ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.