ZÛBEYÎR AYDAR PLANA TIRKIYÊ YA ILHAQKIRINA KURDISTANÊ ŞÎROVE KIR
TIRKIYÊ PLAN KIRIYE JI EFRÎNÊ HETA SÎNORÊ ÎRANÊ HEREMÊ BIXE KONTRAL XWE
Endamê Konseya Rêber a KCK’ê Zûbeyîr Aydar di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa ANHA’yê re dikar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewama polîtîkayên wê yên qirkirinê ne û got:
“Di destpêka sedsalê de gelên ermenî û asûrî qirkirin, niha bi planeke berfireh berê xwe dane gelê kurd.
Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, herwiha li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî dixwazin tevahî Kurdan tesfiye bikin.
Divê her kes rastiya dewleta Tirk nas bike û ji bo têkbirina planên wê, bikeve nava xebateke hevpar ya netewî.”
Zubeyîr Aydar bibîrxist ku Erdogan dixwaze vegere dema Osmaniyan û erdnîgariya îro ya Tirkiyê berfireh bike û wiha axivî:
“Dewleta Tirk plan kiriye herêmên ku li bakurê Suriyê dagirkirye tevlî axa xwe bike. Niha hewl dide bi êrişên li ser heremên Parastinê yên Medyayê başûrê Kurdistanê jî dagir bike û ji Efrînê heta Îranê heremên kurdan bixe bin kontrola xwe. Bi vî awayî dixwaze tekiliya navbera başûr, bakur û Rojavayê Kurdistanê ji hev qut bike.”
HELWESTA LI HEMBER ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK
Z. AYDAR: ‘JI BO TÊKBIRINA PLANÊN TIRKIYÊ XEBATEKE HEVPAR PÊWÎST E’
Endamê Konseya Rêber a KCK’ê Zûbeyîr Aydar bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku êrişên dewleta tirk weke plana dagirkirina Kurdistanê bibîne û li dij derkeve.
Aydar wiha axivî:
“Ji bo şikandina bêdengiya navneteweyî û têkbirina planên dewleta Tirk divê xebateke hevpar ya netewî were meşandin. Kurdan di dema dagirkirina Kobanî de bi xebata xwe ya hevpar ya netewî bala cihanê kişandin ser xwe û bi serketin. Îro ji bo ku dîsa eynî helwestî nîşan bidin, şert û merc guncaw in.”