Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Zordariya AKP li ser şaredariyên gel

Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Qelqelî, Bêgirî û Elbakê kir.

Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxwe ya Tirk qeyûm anîn ser şaredariyên HDP’ê yên navçeyên Elbak, Bêgirî û Qelqeliyê. Duh Hevşaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Amaç, hevşaredarên Bêgiriyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar hatibûn destgîrkirin û îro jî qeyûm anîn şûna wan.

Li şûna hevşaredarên Qelqeliyê de Qeymeqamê Qelqeliyê Abdulkadîr Çelîk hate tayînkirin. Li şûna Hevşaredarên Elbakê de jî Qeymeqamê Elbakê Asik Solak wek qeyûm hate tayînkirin. Li şûna Hevşaredarên Bêgirê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan de jî Qeymeqamê Bêgirê Erkan Savar wek qeyûm hate tayînkirin.

HEVŞAREDAR DESTGÎRKIRÎ NE

Duh serê sibê polîsan bi ser mala hevşaredarên Bêgiriyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan, hevşaredarê Qelqeliyê Yakûp Almaç û Dîlan Orencî û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar de girtibû û wan destgîrkirin. Her pênc hevşaredar jî li Miduriyeta Polisan a Wanê tên ragirtin.

QEYÛM ANÎN SER ŞAREDARIYA AWÎSKÊ JÎ

Her wiha qeyûm anîn ser Şaredariya Bajarokê Awîskê ya giredayî navçeya Qubînê ya Êlihê jî. Îro leşkeran bi ser avahiya şaredariyê de girt, dema ku leşkeran avahiya şaredariyê seh dikir Wezareta Karê Navxwe ya Tirk bi daxuyaniyekê ragihand ku Hevşaredar Osman Karabulut ji peywirê hatiye standin û li şûna Karabulut Qeymeqamê Qubînê Sînan Aşçi hatiye peywi

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv