Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zilmxaneyên dewleta Tirk: Girtîgeh

 

ZILMXANEYÊN DEWLETA TIRK: GIRTÎGEH
GIRTIYÊ NEXWEŞ Ê 70 SALÎ HEFTIYÊ 5 ROJAN LI NEXWEŞXANEYÊ YE

Li zindanên dewleta tirk a qirker girtiyên nexweş nayên tedawî kirin.

Minaka berbiçav rewşa Mehmet Alî Çelebî ye.

Girtiyê 70 salî ev 28 sal in li zindana Sîncanê tê ragirtin..

Mehmet Alî bi nexweşiya penceşêrê ketiye û ji ber felcî bûye çavên wî nabînin.

Her wiha tansiyona zêde û nexweşîna gurçikan jî pê re hene ji 86 kîloyan daketiye 56an..

Edî nikarê bi tena serê xwe bijî.

Çelebî, hefteyê 3 rojan dikeve makîneya diyalîzê û 2 rojan jî kemoterapî dibe.

Parêzvanên mafên mirovan û malbata wî, dixwazin ew demildest were berdan..

ZILMXANEYÊN DEWLETA TIRK; GIRTÎGEH
LI ZINDANA WANÊ GIRTÎ NAYÊN TEDAWÎKIRIN

Sîvanan Karaer 31 salî ye…

Ev 6 salin li zindana Wanê tê ragirtin.

Di sala 2016an de dema li Colemegerê tê binçavkirin rastî îşkenceya polîsan tê.

Poz û çena wî tên şikandin, ji ber vê yekê bi zorê bêhnê dîstîne, wekî din kîsikê ziravê wî jî hatiye jêkirin.

Her wiha nexweşê astimê ye jî.

Bav Halît Dayan, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.

Halît Dayan berxwedana çalakiya grêva birçîbûnê jî bibîr xist..

ZILMXANEYÊN DEWLETA TIRK:GIRTÎGEH
MEHMET EMÎN EDO LÊGERÎNA TAZÎ QEBÛL NEKIR, GARDIYANAN LÊ DA

Li aliyê din girtiyê bi navê Mehmet Emîn Ado yê ji Girtîgeha Ceyhanê sewqî Girtîgeha Kurkçulerê hat kirin, ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir rastî îşkenceya gardiyanan hat.

DEWLETA TIRK BI NÛÇEYEKE SOSRET KET ROJEVE
POLÎSAN NEXWEŞEKE GIRAN A 73 SALÎ KIR BINÇAVAN

Li aliyê din dewleta tirk a dagirker dixwaze jina bi navê Saedet Ozen a 73 salî bavêje zindanê.

Dayika Saedet herwiha nexweşa giran a penceşêrê ye.

Dema ji bo tedawiyê ji Mêrdînê diçû cem kurê xwe yê li Îzmîrê; bi hinceta ” biryara lêgerîna wê heye” li Rihayê hat binçavkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv