Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zilm û Zora li Zîdanan

 

Roj nîne ku ji zîndanên dewleta Tirk a dagirker, nûçeyeke zilm û faşîzmê neyê.
Her roj ji zîndanên herêmek an jî bajarekî nûçeya êşkencekirina li girtiyên siyasî tên.
Tenê di nava 10 rojan de 5 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.
Êdî eşkere ye, ku rêjîma faşîst polîtîkayeke nû li dijî girtiyên azadiyê xistiye dewrê.
Li girtiyên ku cezayê muebeta giran li wan biriye, poşmaniyê ferz dike.
Dîsa jî girtiyên azadiyê ji bawerî û îradeya xwe nayên xwarê û her û her peyama berxwedanê didin.
Girtiyên azadiyê yên li zîndana Silîvrî Tîpa L, ku timî bi zext û faşîzmê re rû bi rû ne jî heman peyam dan.
Girtiyan gotin, ew ê ti carî li hemberî vê zihniyeta faşîst serê xwe netewînin.

ZILM Û ZORA LI ZÎNDANAN
GIRTIYÊN AZADIYÊ YÊN LI SILIVRIYÊ: EM Ê LI BER XWE BIDIN

8’ê Cotmehê gardiyan û cendermeyan avêtibûn ser qawîşan jehmar 5 a girtiyên li zindana Silivrî ya Tîpa L’yê..

200 girtî sewqî qawîşên cûda kiribûn.

Di dema sewqê de li girtiyan da, kincên û pirtûkên wan hatin desteserkirin.

Ji derveyî van karta li ser “sûcdarê terorê” nivîsandî li wan ferzkirin.

Lê girtiyan ev kart qenûl nekirin û mafên wan ên hevdîtinê hat astengkirin.

Parêzera Raziye Ozturk bi muwekîlên xwe Azad Altintaş, Xemgîn Karakaş û Şevket Beyhan re hevditîn kir.

Raziye Ozturk têkildarî serdanê ev agahî dan.

-Dama girtî sewqkirine îşkenceyeke giran li wan kirine.

– Girtiyên siyasî li qawişên li korîdora girtiyên Edlî yên DAIŞ û Cemaeta Fetullah bi cih kirine.

-Girtiyên pêkanînên kêfî qebûl nakin derbarê wan de lêpirsîn tê vikirin

-Gefan li wan dixwin û heqaretê dikin.

-Ji ber ku Azad Altintaş li ber heqaretan û gefan rabûye bi fermana midûr sergardiyan Ertûgrûl Kaya:

Û çend gardiyanên din êrişî Azad kirine, ew serdevkî dirêj kirine û lêxistine.

-Dema birine odeyê jî li korîdorê lêxistine.

Raziye Ozturk destnîşan kir ku bi xwedîderketinê ew dikarên pêşî li vê zilmê bigirin û wiha got.

Girtiyan ji min re got, çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bang li raya giştî jî kirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv