Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zîlan Vejîn: ‘Ji bo demokratîkkirina Îranê em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin’

 

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn anî ziman ku sala 2022’an wê bibe sala têkoşîna gelan û destnîşankirin, ku ji bo demokratîkkirina Îranê û biserxistina doza azadiyê ya gelên Îranê wê têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn sala 2021’ê ji aliyê têkoşîna gelên Îranê ve nirxand û ji ANF’ê re qala armancên xwe yên ji sala 2022’an re kir.

Zîlan Vejîn diyar kir ku Rojhilata Navîn di nav şer û aloziyeke dijwar de ye, li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanî yê Sêyemîn nêzî 20 salan li pey xwe hiştiye û got, “Ev şer li ser esasê berjewendiyan birêve diçe. Di vî şerî de hem nakokiyên pir kûr hene, hem jî lihevkirinên taktîkî û stratejîkî hene. Di encam de ferqa şerê cîhanê yê sêyemîn li gel yê duyemîn û yekemîn eve ku pir hêzeke mezin ango du eniyên pir mezin û diyar li dijî hevdu şer nakin. Sîstema modernîteya kapîtalîst bi şêwazekî dixwaze sîstema xwe berdewam bike. Di nava wê sîstemê de dewlet neteweya muhafezekar ên herêmê û Rojhilata Navîn di vî şerî de hene. Ew jî di nava rageşiyê û ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de dixwazin bibin aktorek û di heman demê de hegomonên Rojhilata Navîn wek hêzekê di cihekê pêştir de cih bigire.”

Zîlan Vejîn anî ziman ku navenda vî şerê Kurdistan e, gelê Kurd jî bi rengekî çalak di nav de cih digire û wiha dewam kir, “Bi taybetî bi şoreşa Rojava re ev şer bênavber dewam dike. Her carê zemînê xwe diguhere, carna Iraq û carna jî Sûriye dibe û hin caran jî welatên derdorê dibe lê di esasê de weke navend her du cih dibin. Ji ber ku di dîzayna Rojhilata Navîn de pir hêz hene ku dixwazin têde cih bigirin û her kes dixwaze bi projeya xwe di vê dîzaynê de cih bigire, lê ti hêzek jî xwedî projeyekî ku ji ber demokratîk nîne û projeyekî ji bo pirsgirêkên gelên herêmê çareseriyê bîne, demokrasiyê li Rojhilata Navîn ava bike nînin, lewma hêzekî ku xwedî alternatîf û hêza çareseriyê ye gelê Kurd e ku bi pêşengiya fikir, felsefe û projeya Rêber Apo ya ku li hemberî pergala netewe dewletê pergela netewa demokratîk pêşkêş dike ango Rêbertî demokratîzekirina Rojhilata Navîn kir projeyeke esasî di têkoşîna gelên herêmê de; ji ber wê jî esas di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd weke hedef hate diyarkirin û bê navber êriş bi ser gelê Kurd de anîn û ew êrişane didomin.

ROLA ÎRANÊ DI ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ DE

Di vî şerî de Îran jî wek hêz û dewletekê muhafezekar ên herêmê cih digire. Pir bi eşkereyî cih nagire û timî weke ji kêlek de siyaseta xwe bi şêwazeke rojane birêve dibe û dixwaze bi vî şêwazî jî rola xwe bide diyarkirin. Bi taybetî bi lihevkirinên veşartî yên ligel Iraq, Sûriyê û Tirkiyê re şerê li dijî Kurdan didomînin. Îranê ti caran bi eşkereyî û pir vekirî şerekî li hemberî giştî Kurdan birêve nebiriye. Lê weke Rojhilatê Kurdistanê êrişeke pir dijwar û siyaseteke qirkirinê birêve dibe. Siyasetekî ku civakê bê îrade, bê hêvî û ji têkoşînê bê bawer bike û di esasê de xwe wek hêvî bide nîşandan. Di heman demê de civakekê normal û asayî ku li gorî şert û mercên heyî xwe bide jiyîn hebe; yanî civakê bê siyaset dihêle. Wate nahêle civakekî siyasî ava bibe, yanî kesekê ku bêje ez di rêyekî siyasî de dixebitim, wê teqez bi girtin, îdam û cezayê herî giran re rû bi rû bimîne. Di bingehê siyaseta Îranê ya li hemberî Kurdan jî konseptekê ku li eniyekî ya li dijî Kurdan ava bûye veşartiye. Me got ku nayê dîtin lê qirkirin û komkujiyeke veşartî ji hêla çandî, nasnameyî û îrade de tê rêvebirin.

TÊKOŞÎNA GELÊ KURD A JI BO XWESERIYA ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û DEMOKRATÎKKIRINA ÎRANÊ

Lê em dizanin yê ku li Îranê bihêle ku guhertin û veguhertin çêbibe, bê guman wê bi pêşengiya gelê Kurd çêbibe. Ji ber ku gelê Kurd li ser esasê proje, perspektîf û alternatîfa ku Rêber Apo pêşkêş kiriye, wate li Rojhilatê Kurdistanê li ser vê têdikoşe û xwe rêxistin dike. Gelê Kurd ne tenê ji bo xweseriya Rojhilatê Kurdistanê di heman demê de ji bo demokratîkkirina hemû gelên Îranê têdikoşe û xebat dike. Ji ber wê tê hedef girtin. Îran metirsiya herî mezin li hemberî sîstema xwe gelê Kurd û eniya Rojhilat dibîne. Ji bo wê jî di hemû konseptên ku dijî Kurdan e de cih digire, siyaset û hebûna xwe ti carî eşkere nekiriye û dema ku di hemû êrişên heyî de lêkolînekê dikî dibînî ku di pişt hemû êrişan de dewleta Îranê jî heye. Îran bi xwe jî xwedî hişmendiyeke dewlet netewe ye, dewleteke ku li ser bingehê netewperestiyê pêşketiye û israr dike ku siyaseta xwe li ser vî bingehî li ser civakê birêve dibe. Ji bo wê jî îradeya gelan nas nake, têkoşîna gelan ya li hemberî siyaseta xwe nabîne û ji nedîtî ve tê. Li herêmê kîjan hêzên kevneperest, nijadperest, netewperst û dewletperest hebe, li gel wê dixwaze şirîkatiyê bi wê hêzê re bike, dixwaze di eniyekê de cih bigire.

‘HEBÛNA PDK’Ê JI BO TUNEKIRINA TEVGERÊN AZADIYÊ YÊN KURD E’

Di wê eniyê de weke xetekê kevneperst  û nijadperest a di nava Kurdan de, wate PDK ku bi siyaseteke klasîk di xwe de israr dike û li pey xeyala avakirina dewlet neteweke biçûk diçe, lewre ji bo wê jî PDK’ê dide pêş. Wate wê çawa hêzeke navxweyî çêbike da ku ew civak bi xwe di navxweyî de xwe tine bike; niha PDK roleke wiha di nava Kurdan de dilîze, ango li hemû beşên Kurdistanê û li her cihê ku têkoşîna azadiya gelê Kurd heye li hemû cihên ku gelê Kurd li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têdikoşe, li ser wê yekê PDK esas naxwaze û pêşiya wê digire. Her tim dixwaze bibe astengiyeke mezin. Ew jî ji bo çiye? Ji bo proje û xeyala xwe ya dewlet neteweke biçûk e û bi xwe jî hebûna xwe bi wê dewletê bide avakirin û jiyandin e. Ligel wê jî PDK siyaseteke dijî siyaseta Kurd birêve dibe. Yanî îro yê ku herî zêde bi hemû eniyên dijminên Kurdan re dibe yek, PDK ye. Yê ku pêşengiyê ji Tirkan re dike PDK ye. Di heman demê de hevdîtinên ku bi taybetî piştî hilbijartinên Îranê yên di navbera PDK’ê û rayedarên Îranê re çêbûn, dîsa li ser vî esasî bû, ji bo ku Kurdekî azad nebe û Kurdeke teslîmbûyî, bê îrade, bê siyaset û bê armanc ava bike û bixe xizmeta dewlet neteweyan. Û bi vî rengî cîrantiya xwe ya bi dewlet neteweyên heyî re nîşan bide û bi wan re siyaset bike û dostanî û hevgirtina xwe pêş bixîne. Mîsyona hebûna PDK’ê li Kurdistanê çiye, li kû derê tevgereke azadiya Kurd û Kurdistanê hebe, li wê derê ji bo tunekirina wê hatiye avakirin. Yanî armanceke ya hebûna PDK’ê li Kurdistanê heye ku ew jî ji bo tinekirina tevgerên azadiya Kurd e, ji bo tinekirina siyaseteke demokratîk û yekîtiyeke demokratîk a Kurd ku têde israr dikin e.”

Zîlan Vejîn bi dewamî ev nirxandin kir:

“Ev yek jî armanca dijmin e; ji xwe dijmin ji aliyekê ve wê dike lê di eniyeke din de jî bi destê PDK’ê û siyaseta wê û bi hin Kurdan vê yekê pêk tîne. Îro berjewendiyên Îranê yên bi PDK’ê re tenê li ser vî esasî ye. Ne xwe hevgirtina PDK û Tirkiyê ku li herêmê ewqasê kûr û berfireh dibe û li dijî Kurdan e, zirareke xwe yê pir mezin ji bo Îranê jî heye. Hebûna Îranê lewaz dike, lê ji ber eniyeke pir xurt a Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li dijî Îranê heye, lewma bi vî şêwazî bi şirîkatî û bi hevgirtineke bi hêzeke netewperest, klasîk, dewletperest re dixwaze bi vî şêwazî vî şirîkatiyê pêre bike û pêşiya têkoşîna gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî bigire. Wate pratîkên berê yên PDK’ê jî hene, bi şirîkatiyên ku bi dijmin re kirî, ji têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê bigire li hemû cihên din ên Kurdistanê derbeyên mezin li tevgerên azadiyê daye, roleke wiha dilîze. Niha li Rojhilat vî rolî dilîze, li Başûr jî ji xwe zêdetirî 24 saetên rojê wê israr bike ku li ser pêya bimîne; wate Îran jî bi vî şêwazê nêz dibe. Siyaseta ku Îran sibe bide diyarkirin wê teqez zirarê xwe ji bo Îranê jî bîne. Ji ber ku civaka Kurd dibe îrade, yanî civaka Kurd hêzeke wek PDK’ê di nava xwe de qebûl nekiriye û li hemberî wê jî dijberiyeke mezin jî nîşan dide. Îran bi vê siyaseta xwe ya hevgirtinê ya bi PDK’ê re di rastiyê de darbeyek mezin li berjewendiyên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dide.”

‘2021 JI BO GELÊN ÎRANÊ SALEKE TÊR Û TIJÎ BÛ’

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn sala 2021’ê ji aliyê gelên Îranê ve wiha nirxand:

“Sala 2021’ê saleke pir girîng bû ji bo gelên Îranê. Saleke tijî ji têkoşîn derbas bû. Hemû gelên Îranê di vê salê de hem bi dînamîzma xwe, hem bi hêvî û îradeya xwe ya ku li ser wê xwe li ser lingan digire, bi vî şêwazî roj nebû ku li ser pêyan nebe, ji bo azadî, aştî û aramiyê têkoşîn kirin û heya îro jî bi vî şêwazî dewam dikin.

Îran kete sala xwe ya 1400’î. Yanî gelên Îranê sedsal bi paş ve çû. Ji vî alî ve cuda bû.  Îsal li Îranê hilbijartin çêbû. Hilbijartina 1400’î hilbijartina ji bo Îranê weke referandûmekê bû. Di dîroka Îranê de cara pêşî bû ku ev qas kêm kes çûne ser sindoqê. Saleke wiha bû ku rewabûna pergal, hikûmet û dewleta berdest nema. Dengên ku ketin sindoqê ji bo Îranê weke referandûmekê bû ku were gotin, ev pergal nayê qebûlkirin. Gel çi qasî ji pergala heyî tengezar e di vê hilbijartinê de hate nîşandan.  Hilbijartin ji bo gelen tiştekî naguherîne. Ji milê nîzamî, leşkerî ve êrîşên li ser gel zêdetir bû. Mafê mirovan, gelan zêdetir hatin binpêkirin. Zêdetir mirov hatin girtin. Tecrîda li ser girtiyên siyasî hate zêdekirin. Zêdetir jin hatin kuştin, zêdetir pêşiya ciwanan hate girtin. Ji dema Rûhanî û piştî Rûhanî bêhtir civak milîtarîze bû, zexta li ser civakê zêdetir bû. Rûyê leşkerî kete nav rêveberiya nû. Meclîsa, dadgeh, kabîne, sîstem bi tevahî bi xwedî xisletekî leşkerî. Rengekî milîtarîst, leşkerî kir ku civak milîtarîze bibe.

Civak li hemberî vê sîstemê di hilbijartinê de helwesta xwe bi rengekî zelal diyar kir û heta roja îro jî, ji karmendan bigirin heta bi mamosteyan, ciwanan, heta bi jinan hemû bi şêwazeke aktîf li ser piyan bûn. Ev hêz û dînamîzma civakên Îranê, yekîtiya gelên Îranê nîşan dide. Civakeke rojane li hemberî pergala qirkirinê, li hemberî van êrîşan li ser piyan be, ev nîşan dide ku hêza civakê pir xurt e. Civakeke ku di hêla bêkarî û aboriyê de di asta herî jorê de ye lê ev wexta vê dide diyarkirin; hêza civakê pir zêde ye. Yekîtiya gelan pir xurt e. Nahêle aborî ,bêkarî, feqîrtî li ser civakê bandorê bike. Bandorê dike lê nahêle li pêşiya têkoşîna wê bibe asteng. Pirsbirêk û meseleya wê ya esasî nabe meseleya aborî, bêkarî, feqîrî, mesele wê dibe azadî, aramî. Ji bo siyaseta reveberiyeke demokratîk têdikoşe, ji bo vê xebat û jiyana xwe rê ve dibe.

Rewşa kolberan a Kurdistanê, rewşa suxverê yê Belûcîstanê rewşa civaka Îranê diyar dike, ku di çi rewşê de dijîn. Ji ber pirsgirêk, krîzeke aborî ya mezin heye ti siyaseteke aborî ya gelan nîne. Ji bo vê li ser civakê siyaseta qirkirinê heye. Ev qas kolber têne qetilkirin, ev qetilkirineke aborî ye. Ev qas suxber li Belûcîstanê têne qetilkirin ev qirkireneke aborî ye. Li gel vê jî civak nasekine. Ger pirsgirêkên aborî nebin çima mirov ji bo nanê zikê xwe jiyana xwe bidin.  Pirsgirên cidî îsal li nav civakên Îranê derketin holê. Lê ya ku mohra xwe li îsal de têkoşîna gelên Îranê bû. Bi pêşengiya jinan têkoşîneke pir berfireh çêbû. Bi pêşengiya hemû gelên Îranê, ne tenê li Rojhilat gelê Kurd, gelê Belûc, gelê Ereb bi şêwazeke aktîf rola sereke lîstin. Ji hemû salan zêdetir jî rewatiya siyaseta dewleta Îranê dane ber pirsan û redkirin.  Bêguman divê di van rewşên heyî de  Kurd roleke sereke bilîzin. Bi pêşengiya gelê Kurd disyaeteke demokratîk hate rêvebirin. Li hemû beşên Kurdistanê, bi taybe li Rojava û Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya gel bi alternatîfên Rêbertî, projeyên ku hatin pêşkêşkirin, jiyaneke çawa, sîstemeke çawa hewce dike ev diyar bûn.

Lê pirsgirêka gelê Kurd dijî ne gelê Kurd e, gelê Kurd di hêla netewî de, rihî de yekîtiya xwe çêkir di hêla xweşî û nexweşiyê de tim li cem hev bû, di cepheyên şer de jî û di xweşiyê de jî. Lê ya pirsgirêk ku ji bo gelê Kurd weke derdekî ye, hêzên siyasî yên Kurd in ku di hêla hevgirtin, aqilê hevbeş de negihaştine hev. Rêbetî got heke Kurd nebin xwedî aqilekî hevbeş nikarin bibin xwedî pêşerojeke azad. Civaka Kurd bû xwedî aqilekî hevbeş lê hêzên siyasî yên Kurd hê nekarîne ku bibin xwedî aqilekî hevbeş, siyaseteke hevbeş. Ji bo ve jî ev girîng e ku îsal ya ku mohra xwe li siyaseta Kurd dayî, têkoşoîna gelê Kurd û gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.

‘EM BI BIRYAR IN KU DI NAVA HÊZÊN KURD DE YEKRÊZIYÊ PÊK BÎNIN’

Ya ku li dijî vê sekinî jî helwesta PDK’ê bû.  Bi dijminên Kurdan re li hev kir, xwest ku vê têkoşîn û berxwedanê bişkîne. Lê gerîlayên azadiya Kurdistanê, HPG, PKK’ê ev têkoşîn geş kirin. Xwedî li vê îradeya civaka Kurd, neteweyatiya wê derketin gerîla bûn. Di hemû eniyên şer, berxwedan û têkoşînê de  xwedî derketin.  Lê gelê Kurd ku bi vê şêwazê pêş ve diçe, di vê pêşengtiyê de; lê hêzên siyasî nebûne xwedî vê pêşengtiya rast. Bi taybetî di şexsê PKK’ê de gelê Kurd bû xwedî îrade, di şexsê wê de bû xwedî hêza parastinê, bû xwedî hêza siyaset û têkoşînê, lê ev siyaseta ku PKK dike îro ne tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn ji bo hemû, li hemû cîhanê, ji bo hemû hêzên Kurdî nimûneyek e. Nimûneya ku divê siyaset çawa be, çawa were kirin, çawa dikare ji bo gel canfida bin, ji bo gel pêşengiya rast çawa ye ev nîşan da. Ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî ku em li ser xeta Rêber Apo têdikoşin, xebatan dikin di xeta netewî, di hêla siyasî de jî em çawa dikarin tifaqê çêbikin ji bo me weke mînak e û rênîşandêr e.  Lê wek ku em jî li Rojhilatê Kurdistanê vê pirsgirêkê dijîn ku wek partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser esasên pêwistiyên xwe nikarin werin cem hev, li ser esasên ku xizmet û siyaseteke baş ji bo gelan bike em nayên gel hev. Carinan heke hevdîtinên me çêdibin jî bi israr û êrîşên dijimn ên li ser me mayind nabin, demkî dibin li gorî siyaset û êrîşên dijmin diyar dibe, ku ev jî nakeve ber xizmeta gelê me. Ji ber ve jî di sala 2021’an de pir israra me PJAK’ê hebû, îsalê jî em ê li ser vê israrê bin, hewl bidin di nav hêzên Kurd de yekrêziyê pêk bînin û ji vê yekê re pêşengiyê bikin.”

Zîlan Vejîn anî ziman ku ew hîn jî xwe di vê pêşengtiyê de dibînin û got, “Lê belê hêzên ku bandora xwe li ser hêzên Kurdî hene nahêlin yekîtiya gel yanî yekîtiya hêzên siyasî yên Kurdî çêbibe. Ji bo wê pêwîste xwe ji bin bandora wan siyasetan derxînin. Ji bo wê jî pêwîste tu bi xwe, xwe bikî îrade, xwe bikî hêz û xwe bînî vê astê. Mixabin ev yek çênebû, ango ev ast derneketiye holê. Ji bo wê jî ew hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji her êrişê re jî vekirîne û Îran jî û hêzên derve jî êrişî wan dike, nikarin siyaseteke serbixwe birêve bibin, ew yek zirarê dide. Lê zirarê herî mezin dide wan partiyan bi xwe. Ji ber ku ew bi xwe wana pêk tînin.

Em hê jî li ser vê israrê ne ku xet û felsefeya ku em li ser vê têdikoşin, perspektîfa Rêber Apo ya ji bo yekîtiya netewî û aqileke hevbeş ê siyasî û civakî yanî di her warî de çêbibe, ev ji bo me esas e.”

‘TÊKOŞÎNA JINAN MOHRA XWE LI SALA 2021’Ê DA’

Li ser têkoşîna jinê ya li Îranê, bi taybetî jî bandora pêngava KJAR’ê Zîlan Vejîn wiha axivî:

“Îsal çawa ku ji bo gelên Îranê saleke yê têkoşînê dijwar bû, di heman demê de ya esas li Îranê mohra xwe li têkoşînê da têkoşîna jinan bû. Jinan bê navber têdikoşin, bê navber li qadan in da ku siyaset û sîstema heyî biguherînin. Bi taybetî pêngava ku KJAR’ê dabû destpêkirin pêngaveke girîng bû û bi kampanyaya ku îsal li dijî zewaca di temenê biçûk de da destpêkirin bi giştî di esasê de bandoreke xwe kir. Encamên pir girîng û piştgiriyeke berfireh bi xwe re anî. Ji ber ku siyaseta ku Îran îro li hemberî jinan birêve dibe ji bo bikaranîn û qirkirinê wate di her civîneke meclîsê de biryarekî ku ji bo jinan tê girtin bi armanca qirkirina jinan e, ji bo tunekirin, bê îradekirin û lewazkirina hebûna jinê ya di nava civakê de ye. jinan bi têkoşîna xwe di esasê de ev yek red kirin û nehiştin ku bigihîje armanca xwe.

Bi taybetî hin axaftinên rayedarên Îranê yên wek wezîrên navxweyî û serokê parlementoyê ku gotin karê esas a jinê eve ku tenê xwe û mala xwe bixemilîne, karê wê tenê ev e. Bi vî şêwazê em bêjin ku hindekan di meclîsê de gotin ku em dixwazin projeya ciwankirina nifûsa Îranê pêkbînin û fatûraya wê jî li ser qirkirina bedena jinê re hate birîn. Di heman demê de axaftinên hin rayedaran weke ku bi xwe di encama wan axaftinan de li xwe mikur hatin ku bêjin esasê metirsiya li ser Komara Îslamî ya Îranê û sîstema wê dide çêkirin hebûna jin e.

Jinan jî bi têkoşîna xwe ew rewş ava kirin ku wan li xwe mikur hatin ku wê axaftinê bikin. Li hemberî hemû axaftin û biryarên li dijî jinê tên kirin û girtin, li xwe mikur hatin. Yanî bi rastî têkoşînek hebû, ligel wê jî qirkirineke pir cidî jî hebû. Wate îsal jî kuştin û xwekuştin jî ku di encama siyaset û hişmendiya dewlet netewe û zilamsalar de pêşdikeve, li hemberî wê jî jin xwedî helwest bû.

Li Îranê û bi giştî li nava civakan jin hem bi siyaseta dewletê re rû bi rû tê, hem jî bi kevneşopiya civakî re rû bi rû dimîne; li hemberî her duyan jî jin bi şêwazekî pir cidî têkoşîn birêve dibe. Ligel wê jî berdêlên pir giran jî dide. Bi taybetî Dayikên Aban Mahê, Dayikên Parka Lale û Dayikên Aştiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê ku ew bi salane bi pêşengiya dayikên Kurdistanê ev xebat pêş dikeve; bandoreke xwe yê cidî li hemû jinan çêkir.

Ji bo wê jî di roja îro de jî eger em temaşe bikin, bi rastî yanî eger şoreşek li Îranê bi vî şêwazî bi têkoşîna jinan pêş bikeve wê bi pêşengiya têkoşîna jinan re guhertin çêbibe. Wê têkoşîna jinan mohra xwe li şoreşa demokrasiyê ya gelên Îranê bide. Ji ber ku ew potansiyel û dînamîzma herî zêde ya di civaka Îranê de heyî di nava jinan de heye. Jin cesaret girtin. ji çi cesaret girtin? Ji jinên Kurd cesaret girtin, ji kesayetên pêşeng û qehreman ên xwedî lêgerînên azadiyê yên wek şehîd Şîrîn Elemhûlî ku di girtîgehên Îranê de hate îdamkirin, esas ew bû cesaretek ji jinên li Îranê. Têkoşîna hevala Zeyneb (Celaliyan) di girtîgehan de bû xetek ya berxwedanê ji bo hemû gelan û bi taybetî ji bo jinên Îranê. Di heman demê de têkoşîna jin ya li Rojavayê Kurdistanê, li giştî Kurdistanê û li Bakurê Kurdistanê berxwedaniyekî ku îro di eniya şer de di şexsê artêşa me ya YJA Starê ya jinên Kurd de bi pêş dikeve, esas ew ji bo hemû jinan bû cesaretek.

Jinên Îranê eger bi wê şêwazê bi cesaret li hemberî vê siyaseta heyî şer dikin, li berxwe didin û xwepêşandan dike di esasê de ji wê têkoşîn û berxwedaniya jina Kurd îlham û cesaret werdigire. Ligel vê jî di esasê de Îran dixwaze vê yekê ji bo xwe bikarbîne,  bi şêwazê avakirina hin terîqetan, bi pêşxistina siyaseteke Selefî û bi vî rengî jinan tevlê bike, yanî ev jî di esasê de siyasetek e, lê ya esasî tekoşîn, berxwedanî û pêşengiya jina Kurd e ku ne tenê ji bo jinên Îran û Rojhilata Navîn, ji bo hemû jinên cîhanê pêşengî dike; ew yek li Rojhilatê Kurdistanê jî zindî bû û bi pêşve çû û bandora xwe li ser giştî jinên Îranê jî kir.”

‘SALA 2022 WÊ BIBE SALA TÊKOŞÎNA GELAN Û DEMOKRATÎZEKIRINA ÎRANÊ’

Em sala zayînî li pey xwe dihêlin, sala me ya Kurdî hê maye ku temam bibe. Sala Îranê jî hê maye bigihîje sersalê. Em sala 2022’an li alema Xirîstiyen pîroz dikin. Ew jî baweriya gelekê ye û pir gel bi vê baweriyê dijî. Ji bo wê jî ji bo me jî di heman demê de saleke girîng bû. Wek salekê ango di sala 2022’an de bi armanca ku hemû têkoşîn û cewhera xwe di hemû cîhanê de bi şêwazekî berfireh bi pêşve bibin di serî de wek pêngava ‘Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’; di vê çarçoveyê de vê pêngavê bixin navenda xebatên xwe û li ser wê esasê têkoşîna xwe bi pêşve birin e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo me xeta sor e û di navenda xebata me de ye. Li gel vê jî derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê jî ku di heman demê de em di vê çarçoveyê de wek PJAK têkoşîna li dijî vê yekê ji bo me xaleke girîng e. Ji ber ku em dizanin heya ku Rêber Apo di bin tecrîda girankirî de û di van şert û mercan de bijî, di heman demê de heya ku PKK di lîsteya terorê de be, tu Kurdek wê nekaribe azad bijî, siyasetekî demokratîk ku bixwaze birêvebibe û di heman demê de wê ne Kurdekî azad bikaribe bijî û ne jî siyaset bike. Ji bo wê jî ji bo ku em azad bijîn û siyaset bikin da ku civaka me bigihîje mafên xwe, evane xalên girîng in. Ji ber ku ya ku dihêle dijmin lewaz bibe felsefeya Rêbertî ye, têkoşîna PKK’ê di asta sosyalîstî ya cîhanî birêve diçe ye.

Di heman demê de tekoşîna gelê Îranê ku îsal di astekî pir berfireh de û bi dînamîkeke bilind birêve çû, di vê astê de têkoşîna xwe bilindkirin û pêşengiyeke hê xurttir ji vê re pêkanîn e. Bi taybetî di sala 2022’an de tenê ne siyaseta kolanan, di heman demê de platformên gelên Îranê ya ku li Ewropa xwe rêxistin kiriye û dixebite, pêwîst dike ku hê bêhtir xwe berfireh û rêxistin bike û bi têkoşîn û xebata xwe bersivên mezintir ji wê têkoşîna gelên Îranê re bide. Her wiha bersivbûyîn ji xebateke hê berfirehtir ku di têkoşîna jinan de birêve diçe ji bo me xaleke girîng e. Di vê çarçoveyê de dîsa li Ewropa platforma pir rengî ya jinên Îranê hate avakirin, xebatên xwe birêve dibe. Yanî têkoşîneke bi rastî girîng didin meşandin. Avabûn û damezrandina platformek bi vî rengî wê bibe roleke pêşeng di xebat û têkoşîna jinên Îranî de. Di vê çarçoveyê de em jî bikaribin bi xebata xwe piştgirî bidin vê platformê ku bikare xebatên xwe bi pêşve bibe. Di hemû eniyên têkoşînê de wate xwe rêxistinkirin û xebata xwe bi pêşve birin dibe parastina herî mezin ji bo civaka me jî. Ji ber ku eger tu xwe rêxistin bikî tu yê nekaribî xwe jî û civaka xwe jî biparêzî.

Dewleta Îranê îsal bê navber êriş li ser gerîlayên me yên YRK’ê kirin, di wê wateyê de hem di hêla stratejîk û hem di hêla taktîk de xwe avakirin û xebata xwe bicih kirinê ji bo me xaleke esasî ye, ji bo me xaleke ya xwe parastinê ye. Ji bo wê jî di vê xalê de rêxistinkirin û parastina eniya heyî xaleke esasî ye. Di van xalan de wek sala 2022’an sala têkoşîna gelan û bi têkoşîna gelên Îranê re ku armanca demokratîzekirina Îranê û gihîştandina gelên Îranê ji bo mafê xwe û doza xwe ya azadiyê di nava sînorên Îranê de, bilindkirina têkoşînê ji bo me esas dibe. Ji bo wê jî pêşvebirina kar û xebatên xwe di vê çarçoveyê de û bi vî rengî çûyîna serketinê û salê bi wan serketinan re tacîdarkirin ji bo me xalekî jê veneger e.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv