ZÎLAN SEVÎNÇ A 17 SALÎ BI XWE FÊRÎ MUZÎKÊ DIBE
“EZ DIXWAZIM BI ZIMANÊ DAYIKÊ MÛZÎKÊ BIKIM”
Zîlan Sevînç 17 salî ye.
Û li gundê Danêr ê bi ser navçeya Hezexê dijî.
Ew berî qedexeya derketina dervê ya li Cizîrê diçû Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn û di nav koroya zarokan de cih digirt.
Lê ji ber ku dewletê navenda çandê hilweşandin ew jî bi derfetên xwe fêrî muzîkê dibe.
Zîlan Sevînç di zarokatiyê de bi mûzîkê re eleqedar dibe, wiha behsa hezkirina ji muzîkê re dike.
Zîlan di sala 2020’an di dibistana dixwîne de tevlî pêşbirka stranan dibe û dixwaze bi straneke kurdî tevlî bibe.
Lê ev daxwaziya wê ji hêla rêveberiya dibistanê ve tê astengkirin û nahêlin bi kurdî strana xwe bibêje.
Zîlan Sevînç dixwaze bi zimanê dayikê perwerdehiya muzîkê bibîne û di siberojê de jî di warê muzîka kurdî xwe pêş bixe.