Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: ‘Gelê Sûriyê nikare dengê xwe bide bihîstin!’

 

GELÊ SÛRIYÊ NIKARE DENGÊ XWE BIDE BIHÎSTIN!
ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ

Rewşa gelê Sûriyê tê de bi têrayî nayê gotûbêjkirin. Bêguman gelek sedemên wê hene. Sedemek jê ew e ku hişmendiya rejima Be’sê ya navendiya hişk û yekpartî heye. Amûrên ragihandinê tev di desê rejimê de ne. Rê nade deng û nêrînên cuda. Kesên rejimê rexne dikin xayîn û dijmin tên dîtin. Rejim demokrasiyê ji bo xwe xeter dibîne. Rêveberên rejimê Sûriyê weke malê xwe dibînin. Tişta bixwazin ji xwe re weke maf dibînin.

Rejimên yekparî rêveberiyên faşîst in. Pêvajoya Mussoloni û Hîtler mînakên wê ne. Di salên 1920’an de Mustafa Kemal jî di sîstema yek partiyê de heta şerê cîhanê yê 2. desthilat bû. Piştî şikestina faşîzma Hîtler Ewropa xebitî ku bingehê demokrasiyê xurt bike. Dema Tirkiye xwest bikeve NATO, jê xwestin derbasî sîstema pirpartîbûnê bibe.

Rejimên li Rojhilata Navîn yên yek partî rêveberiyên despotîk û otorîter ava kirin. Vê jî ji gelan re wêranî û berdêlên giran anîn. Em bînin bîra xwe rejima Sedam rê neda demokrasiyê. Çavkaniyên welat bi giranî ji bo hêzên leşkerî û sarayan hatin bikaranîn. Dawiya wê bû şerê Îran û Iraqê. Pişt re dagirkirina Kuweytê pişt re jî wêraniya Iraqê çêbû. Li hemberî Kurdan êrişên komkujiyan hatin organîzekirin.

Rejima Sûriyê jî ji ya Sedam ne cuda ye. Mafê gel yê axaftin, rexne û gotûbêjê jê hatiye standin. Yên li hemberî rejimê, dibin amanca istixbaratê. Yên dikevin zindanan ji tevahiya mafên xwe bêpar dimînin.

Li zindanan ka kî tê kuştin kî dimîne nayê zanîn. Destûrê nadin saziyên mafên mirovan… Ji ber zordariya rejimê rêza rewşenbîrî ya welat pêş nakeve.

Bi kurtasî ji ber van rastiyên me xwest bînin ziman; rewşa ku îro gelê Sûriyê tê de te bi têrayî nayê zanîn.

Lê yên van nîqaşan dikin hêz û dewletên têkildar in. Ev hêz jî berjewendiyên xwe disepînin. Gelê Sûriyê, rewşenbîr û kedkar li derveyî nîqaşan tên hiştin. Ti kes pirsa xwe bi gelê Sûriyê nake. Rê nayê dayîn ku xwe bi rêxistin bike û nêrîna xwe bide.

Mînaka vê ya herî baş rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Van herêman xwe bi rêxistin kirin. DAIŞ paqij kirin û modeleke demokratîk ava kirin. Lê rejima Be’sê van rêveberiyan nas nake û dixebite ku tesfiye bike, yan jî bi xwe ve girê bide.

Gelê Sûriyê di binê amûrên rejimê û zordestiya wê de diperçiqe. Xizaniyeke pir mezin heye. Çawa ku di koronayê de jî hat dîtin gel bêxwedî maye. Siyaseta kî mir kî ma dimeşe. Sedema ambargo û xizaniyê rejima Be’sê ye. Divê ev rejim bê guhertin.

Pêdivî bi sîstemeke demorkatîk ku xwe bispêre gel heye. Lê rejîm dixebite Kurd û Ereban ji hev dûr bixe. Dixwaze gelan bi hev bide qirkirin û bi wî awayî desthilata xwe xurt bike.

Pêdiviya gelên Sûriyê bi rejimeke weke ya berî 2011’an nîne. Tersê wê pêdiviya gel bi Sûriyeyeke ji rejimê rizgarbûyî, di nava aştiyê de û bi hev re heye. Ji bo Sûriyeke demokratîk divê rewşenbîr, jin û alîgirên demokrasiyê rastiyên welêt û rojeva gel nîqaş bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv