Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: Dagirkerên tirk li pey planên dagirkeriyeke nû ne 17.12.2020

 

ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ
DAGIRKERÊN TIRK LI PEY PLANÊN DAGIRKERIYEKE NÛ NE

Roja Înê gelê Eyn Îsa li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsan çalakiyeke protesyoyî kir. Di rojên dawî de Tirkiye navenda Eyn Îsa jî di nav de, li pey hev herêmê topbaran dike û ji bo bidestxistina herêmên nû êriş dike. Zarok jî di navê de di van êrişan de gelek sîvîl hatin kuştin û birîndar bûn. Li gorî lihevhatina bi QSDê re hatî kirin leşkerên hikumeta Şamê û yên Rûsan jî li vê herêmê hene. Li gorî lihevkirnê wê van hêzan sînorê Sûriyê biparasta. Lê Tirk û çeteyên wan bi êrişên xwe gelê herêmê bêzar kirine û Rûs erk û berpirsiyariya xwe pêk
naynin.

Rûsya bi Tirkan re li hev kir û leşkerên xwe paş ve kişandin. Efrîn ji dagîkeriya Tirkan re vekirî hişt. Artêşa tirkî li erdê û ji hewa ve êrişeke dijwar kir. Di êrişên du heman de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da û ewqas jî birîndar bûn. Bi dagîrkirinê re li Efrînê qirkirina
neteweyî hat kirin. Kurdên mayîn jî işkence, talan û destdirêjî li wan hat kirin. Bi wî awayî Kurdan ji herêmê derdixin. Rûsya van sûcan tevan dibîne û dizane. Bi qasî ku tê fêmkirin Efrîn bi tevayî ji Tirkan û çeteyan re hiştine. Heman lîstik li Serê Kaniyê jî dubare
bû. Ji bo ku herêmê ji Tirkan re vala bike leşkerên xwe ji sînor kişandin.Tirkan bi çeteyên xwe re herêm kirin gola xwînê. Bi sedhezaran mirov hatin koçberkirin. Bi taybetî di herêmê de Kurd nehiştin.

Eger niha Tirk bikarin Eyn Îsa yan jî deverin din dagîr bikin, wê QSD û gelê herêmê tenê zererê nebinin, wê Rûsya jî winda bike. Lewre ev herêm di heman demê de di binê berpirsiyariya Rûsya de ye. Bi Emerîka re qada hewayî par ve kirine. Qada hewayî ya xeta Kobanê û Eyn Îsa ji Rûsan re hatiye hiştin. Bihêzbûna Tirkan û çeteyan ji parçebûna Sûriyê û kûrbûna krîzê pêve ti encamê nade. Dagîrkerên Tirkan ji bo ku çeteyên bi xwe ve girêdayî çalak bike û li cem hev bigire, dibe ku dest bi êrişa dagîrkeriyeke din bike. Weke din Erdogan li hundir û derve pir tengav bûye. Emerîka û Yekîtiya Ewropa dest bi biryarên ambargoya ser Tirkiyê kirin. Trump çû. Zemînê Erdogan lewaz dibe. Aboriya Tirkiyê li ber ketinê ye.

Ev jî hatin dîtin

Bîlançoya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê – 07-09.05.2021

Stêrk Tv

Sîxurên rejîma Sûrî li xwe mukir hatin

Stêrk Tv

Li Efrînê çete tên bicih kirin

Stêrk Tv

Emîne Şenyaşar: Roja edalet pêk bê ji bo min roja dayîkan e

Stêrk Tv

Doza Cemîl Kirbayir bi hinceta demboriyê bi dawî bû

Stêrk Tv

Nameyên ku HDP’ê ji Gergerlioglu re şandin nehatin teslîm kirin

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!