Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Akil: ‘Pêwistiya Erdogan bi şer heye’

 

ZEKÎ AKIL / ANHA
PÊWISTIYA ERDOGAN BI ŞER HEYE

Di 11’ê Cotmeha 2021’ê de Erdogan dîsa gef li Rojava û Kurdan xwar. Li herêma Mertala Firatê 2 polîsên wan hatin kuştin. Her wiha “parçeyên cebilxaneyan” ketibûn çoltera Dîlokê li qadeke vala. Ev kirin hincet û got êdî sebra wan nemaye û çi pêwîst be wê bikin.

Di sala 2015’an de li Pirsûsê 2 polîs li malên xwe hatibûn kuştin. Serokwezîrê wê demê yê Tirk Ahmet Davutoglu jî ragihand ku di 24’ê Tîrmehê de şer daye destpêkirin û ev bûyer kir hincet. Qaşo ji bo 2 polîsan şer da destpêkirin. Paşê çi bû? Bi sedan polîs û leşker mirin. Lê belê Tirkiyê bi rê ve dibe. Polîs, îstîxbarat, dadgeh di destê wan de ne. Dikare lêkolîn bike û sûcdaran darizîne. Lê belê amadekariya şer dikirin, ji bo ku bi awayekî fermî dest pê bikin li hincetekê digeriyan. Heta niha kujerên wan her du polîsan aşkera nekirin. Ya rast, ev hat nixumandin, ew her du polîs ji aliyê polîsên din ve hatibûn gulebarankirin. Lê belê ji ber ku naxwazin lîstikên wan aşkera bibin, wê rastiyê vedişêrin.

Her wiha Hakan Fîdan gotibû destpêkirina şerekî li Sûriyê hêsan e. Gotibû ez ê çend fuzeyan ji Sûriyê bidim avêtin û bikim hinceta şer. Niha heman komplo û lîstikan dubare dikin. Ew ne zêde afirîner in. Li ber çavê dinyayê û Kurdan rêbazên kevin bi kar tînin. Erdogan bi hêrs e ku li herêma dagirkeriyê ya Mertalê Firatê 2 polîs hatine gulebarankirin. Lê dema ku 4 leşkerên wî çend roj berê li parêzgeha Idlibê hatin kuştin, qet deng jê derneket. Heta navê rêxistinên ku ew kuştine jî veşart. Lê dema mijar dibe Kurd, gef û guran dike.

Hedefa gefên şer jî dîsa wekî ku tê dîtin, Kurd in. Ji bo manîpulekirina raya giştî ya derve de jî dibêjin ‘terora PKK’ê’ heye. Her tim hewl didin PKK’ê wekî DAIŞ’ê nişan bidin. Qaşo divê Amerîka, Ewropa û hêzên din hem li dijî PKK’ê hem jî li dijî DAIŞ’ê şer bikin. Çawa be PKK’ê wek terorîst dibînin. Lê tiştê ku ji gelên cîhanê dixwest nedît. PKK li dijî DAIŞ’ê bûye pêşenga berxwedanê. Cîhanê rastiya Erdogan jî dît.

PKK ev çil sal e di herêmeke dijwar a mîna Rojhilata Navîn de li ber xwe dide û xwe bi rêxistin dike. Tevî van zehmetiyan ji bazirganiya narkotîkê dûr disekine. PKK ti carî tevlî nebû. Pîvaneke bilind a exlaqî dît û narkotîk wek sûcekî li dijî mirovahiyê dît. Heta niha li tu welatekî cîhanê tu mehkûmiyet an jî biryareke dadgehê tune ye ku dibêje PKK’ê bazirganiya narkotîkê kiriye yan jî tevlê bûye. Lê belê dewleta Tirk li navenda vê bazirganiyê ye.

Erdogan xwedî biryar û xwestek e ku jenosîda Kurdan temam bike û hemû destkeftiyên wan têk bibe. Kurd bi vê yekê dizanin. Êriş û şerê li dijî Kurdan ti carî ranewestiya. Ya girîng ew e ku Kurd amadekariyên xwe kêm nekin û gelên cîhanê rûyê rast ê van kujerên xwînxwar bibînin û bibin xwedî helwest.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv