Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zarokên berpirsên PDK’ê jî tevlî xwepêşandanên li herêmê dibin 13.12.2020

 

Li bajaroka Qesrê 10 ciwan bi hêceta hewildane xwepêşandan bikin, ji aliyê asayîşa Çomanê ve hatibûn binçavkirin. Piştî wê bi rojekê jî nûçegihanê ajansa Rojnews’ê Zusik Hemed ji ber nivîsek xwe ya di derbarê ciwanên girtî de, ji aliyê asayîşa Çomanê ve hate binçavkirin. Tê gotin 5 ji ciwanên hatine binçavkirin, zarokên berpirsên PDK’ê bûn û hatine azad kirin.

Xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê dijî nedana mûçe, rewşa xirab ya herêmê û gendeliyê dewam dikin. Bi destpêkirina xwepêşandanan re pêla binçavkirina jî despêkir.

Di 8’ê Kanuna 2020’an de li bajarokê Qesrê hate gotin ku 10 ciwan bi hêceta hewildane xwepêşandan bikin, ji aliyê asayîşa Çomanê ve hatibûn binçavkirin. Piştî wê bi rojekê jî nûçegihanê ajansa Rojnews’ê Zusik Hemed ji ber nivîsek xwe ya di derbarê ciwanên girtî de, ji aliyê asayîşa Çomanê ve hate binçavkirin.

Lê li gorî agahiyên ketine destê me de hejmara kesên hatine binçavkirin 15 kes bûn. Aqûbeta nûçegihan Zusik Hemed û gelek kesên din yên hatine binçavkirin nayê zanîn.

Tê gotin 5 ji ciwanên hatibûn binçavkirin, zarokên berpirsên PDK’ê bûn û piştî demekê bi awayek lezgîn hatine azad kirin.

Li gorî agahiyên ketine destê ajansa me de, di nava 15 ciwanan de 5 ciwan ji wan zarokên berpirsên PDK’ê bûn. Tê gotin yek ji wan ciwanên hatibû binçavkirin kurê berpirsê PDK’ê yê herêma Qesrê yê bi navê Aryen Cebar bû. Herwiha yek din jî kurê fermandarek leşkerî yê bi navê Qadir Derbaz bû.

Gorî agahiyên hatine standin kurên berpirsên PDK’ê jî di xwepêşandanan de amade bûn û bê navber dirûşmeyên ‘Birûxe diz’ û ‘Mûçeyê bavê min jî 400 hezare, ezê jî tevlî xwepêşandanan bibim’ qêriyane.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv