Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zagros Hîwa: ‘PKK’ê encex bi xebat û têkoşînê dikare ji lîsteyê bê derxistin’

 

HIŞTIN Û BICIHKIRINA PKK’Ê LI NAV LÎSTEYA TERORÊ
ZAGROS HÎWA: EV ÊRIŞEKE ÎDEOLOJÎK A LI DIJÎ PKK’Ê Û KURDAN E

Ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin, zêdetirî hezar kesayetên navdar kampanya îmzeyan dabûn destpêkirin.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Zagros Hîwa têkildarî kampanyayê bersiv da pirsên Rojnewsê.

Zagros Hîwa hiştin û bicihkirina PKK’ê di nava lîsteyê de weke êrişeke îdeolojîk bi nav kir. Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê peymana Lozanê ya Kurdistan parçekirî bi bîr xist û got, heke rêxistinek derkeve û li dijî vê peymanê rabe bêje “Kurd hene” pergala Lozan dayî îmzekirin wê vê rêxistinê weke terorîst ragihîne.

Rêveberê KCK’ê Zagros Hîwa got, ji bo hêzên serdest hincetek pêwîst bû, ku PKK’ê bixin lîsteya terorê.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi bîr xist, ku Olof Palme ji aliyê NATO’yê ve hatiye kuştin. Zagros Hîwa destnîşan kir, ku gelên cîhanê PKK ti carî terorîst nedîtine û bal kişand ser neheqiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li dijî gelê Kurd dike.

HIŞTIN Û BICIHKIRINA PKK’Ê LI NAV LÎSTEYA TERORÊ
ZAGROS HÎWA: PKK JI LÎSTEYÊ DERKEVE WÊ PEYMANA LOZANÊ HILWEŞE

Rêveberê KCK’ê hovîtî û faşîzma DAIŞ’ê ya li dijî mirovahiyê bi bîr xist û got, endama NATO’yê Tirkiye piştgiriya herî mezin dide DAIŞ’ê.

Zagros Hîwa wiha bersiv da pirsa “heke PKK ji lîsteyê derkeve wê çi bibe?”

HIŞTIN Û BICIHKIRINA PKK’Ê LI NAV LÎSTEYA TERORÊ
ZAGROS HÎWA: PKK ENCEX BI XEBAT Û TÊKOŞÎNÊ DIKARE JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê herî dawî jî li ser têkoşîna ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyê ev peyam da: ‘PKK encex bi xebat û têkoşînê dikare ji lîsteyê bê derxistin’

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv