Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zagros Hîwa: ‘Derketina ji lîsteyê çareserî ye’

 

DERKETINA JI LÎSTEYÊ ÇARESERÎ YE
ZAGROS HÎWA / ROJNEWS

Sê sedemên xistina PKK’ê nava lîsteya ‘terorê’ hene. Ev jî îdeolojîk, siyasî û aboriye. Çima? Ji ber ku PKK azadiya mirov dixwaze, parêzeriya azadiya jinê dike, girîngî dide jîngehê.

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn sîstemeke siyasî ya nû ji bo Rojhilata Navîn hate danîn. Di sîstema ku bi peymana Lozanê hatibû danîn de, cih ji Kurdan re nehatibû hiştin. Kurd piştî vêya li herêmê hate înkarkirin. Li gorî vê sîstemê Kurd nîne. Eger rêxistinek derkeve û bêje Kurd heye, ew rêxistin terorîst e!

Nêzîkatiya sîstema sermayedarî ya li dijî Kurdan, beriya her tiştî nêzîkatiyeke îdeolojîk e. Ya yekemîn înkara neteweya te û nasnameya te ya netewî dike. Înkara mirovbûna te dike, azadiya jinê înkar dike û dixwaze jîngeha te têk bide û talan bike. Ji ber vê beriya her tiştî nêzîkatiyeke îdeolojîk e.

Tirkiye endamê NATO’yê ye. Lewma li gorî xala 5’an a NATO’yê her rêxistinek li dijî Tirkiye metirsîdar be, di heman demê de weke metirsiya li ser NATO’yê jî tê qebûlkirin.

Welatên pêşeng ên modernîteya sermayedariyê ti carî girîngî bi mafê mirov, azadî û demokrasiyê nadin. Ya ji bo wan girîng hatina pere û bihêzkirina çavkaniyên xwe yên darayîne. Eger PKK di lîsteya terorê de bimîne, sedemeke timî ya ji bo şer û aloziyê li herêmê çêdibe. Şer û nakokî çiqas zêdebin ew ewqas jî çek difiroşin. Di vir de berjewendiyên aborî û siyasî hene.

Gelo rêxistina herî mezin a terorîst ne DAIŞ bû? Kîjan rêxistin qurbaniyên herî zêde di şerê dijî DAIŞ’ê de da? Zêdeyî 6 hezar gerîlayên PKK’ê li Iraq û Sûriye, li Başûr û Rojava di şerê dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe fedakirin. Ti dewletek, hêzek an jî rêxistinek biqasî PKK’ê li dijî DAIŞ’ê şer nekiriye. Lê Tirkiye rê ji DAIŞ’ê re vekir û 40 hezar DAIŞ’î û Nusrayî di welatê xwe re derbasê Iraq û Sûrî kir. Balkêşe ku Tirkiye hevpeymanê stratejîk ê wan e! Ev siyaseta wan a du rû dide nîşandan. Tirkiye endamê NATO’yê ye û PKK’ê weke rêxistineke terorîst dide nîşan, lê heman Tirkiye piştevanê herî mezin ê DAIŞ’ê ye.

Dizanin eger PKK bi awayeke asayî xebat bike, wê peymana Lozanê têk biçe. Lewma dibêjin, PKK terorîst e. Ev biryareke stratejîk e. Xistina lîsteyê erêkirina komkujiyeke li dijî gelê Kurd e. Ew dizanin PKK parêzerê hebûna azadiya Kurdan e.

Em nikarin bêjin, hemû rêxistinên Kurd alîgirin PKK di lîsteya terorê de bimîne, lê hinek rêxistinên Kurd bi vêya kêşfxweşin û bixwe jî tînin ziman. Ev xiyaneteke li beramberî gelê Kurd e. Lewma divê ti hizbeke Kurd ji PKK’ê re nebêje ‘terorîst’ û ev bibe prensîbek di nava hêzên Kurd de.

Derketina PKK’ê ji lîsteya terorê tê wateya ku deriyê çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd vebe. Her wiha derî li jiyaneke azad û demokratîk li çar beşên Kurdistan û derveyî Kurdistanê jî vedike. Derketina PKK’ê ji lîsteya terorê tê wê wateyê ku ew hemû êş û azarên ku Kurd li her derê dijîn, bi dawî bibe. Tê wateya dawîhatina koçberiya ji welat, dagirkeriya Tirk û komkujiyên li ser Kurdên çar parçeyên Kurdistanê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv