Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zack Kopplin: Gendelîstana PDK’ê

 

GENDELÎSTANA PDK’Ê
ZACK KOPPLIN – AMERICAN PROSPECT

Mensûr Barzanî bi hevkariyeke veşartî a bi şirketeke Emerîkî re gelek kar kiriye û xwe xurt û dewlemend kiriye. Şirketa mutahîd DGC International, di dema dagirkeriya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li
Iraqê karekî zêde kir. Heman şirket niha bi rêya şirketa Mensûr Barzanî (Birayê Mesrûr Barzanî) hêzên PDK’ê dewlemend dike, ew hêzên ku li Behdînanê û Hewlêrê mafên mirovan ên rojnamevan, çalakger û welatiyan binpê dikin û her kesê ber xanedaniya wan radibe, bêdeng dike.

Kara ji petrol û sotemeniyê gelekî zêde ye. Galona mazotê ya bi 2 dolaran, şirketê bi 3.5 ta 4 dolaran difiroşe eskeriya DYE’yê. Heta wextekê, sala 2020’a galonek mazot wê bi 10 dolaran jî firot eskeriya DYE’yê. Ne xema wezareta parastinê ya DYE’yê. Xema wê tenê ew e ku sotemenî bigihîje baregehên wê yên li Iraqê.

Herçî DGC International e, wê peymanên xwe yên bi aliyê Kurd re bi hevkariyeke veşartî ya bi şirketeke Mensûr Barzanî re bi dest xistin. Mensûr Barzanî birayê serokwezîrê hikûmeta PDK’ê Mesrûr Barzanî ye. Yanî ji wê malbata olîgark e, ya ku xwe xwediyê Başûr dibîne.

Hêzên ser bi PDK’ê, di çalakiyên li dijî gendeliyê de gule li xwepêşanderan reşandine, ew kuştine û rojnamevan jî bi îdîaya sîxur in, girtine. Dîplomatekî Emerîkî hê sala 2006’an ji bo Başûrê Kurdistanê nivîsîbû “Navenda gendeliyê li nava wan kesan e ku hêzên ewlekariyê kontrol dikin. Ew dikin ku lîstik wisa dewam bike, ji ber ku bi kontrolkirina sîlehan ew dikarin peymanên xwe yên neqanûnî ferz bikin”. Ev peyamên veşartî, paşê bi destê WikiLeaksê hatibûn eşkerekirin.

Lê axir, niha DGC International ketiye ber lêpirsîneke Wezareta Dadê ya DYE’yê ji ber bertîl û gendeliya xwe ya li Başûrê Kurdistanê. Havîna par, FBI’yê ji ber peyamên rêveberiya şirketê yên eşkere bûyî, çûn malên karmendên şirketê. Lêpirsînê kir ku peymanên bi şirketê re neyên dirêjkirin. Di nav van peymanan de ya herî bi kar jî, ya misogerkirina dabînkirina pêdiviya sotemeniyê ya hêzên Emerîkî yên li baregeha li balefirgeha Hewlêrê bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv