YRK’Ê FERMANDAR RÊNAS ROJ BI BÎR ANÎ
“EM Ê BI KURDISTANA AZAD XEYALÊN ŞEHÎD RÊNAS BI CIH BÎNIN”
Qismek daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê wiha ye:
Em wek gelê Kurdistanê, ji pêvajoyeke girîng re derbas dibin.
Dagirkerên Kurdistanê ji bo qirkrina gelê Kurd bi heza xwe hemûyî êriş dikin..
Li hemberî vê jî berxwedaneke bê hempa tê meşandin.
Di êrişeke dewleta Tirk a dagirker de fermandarê me yê hevrê Rênas Roj şehîd bû.
Wî li çar aliyên Kurdistanê ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn kir.
Herî dawî xwe erkdar dît û di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de cih girt.
Di serî de li Rojhilatê Kurdistanê, li ku derê Kurdistanê erk û berpirsiyartî bikeve ser milê me, emê li ser xeta fermandarê xwe Rênas Roj li dijî dagirkeriyê têbikoşin, azadiya gelên xwe û demokratîkkirina gelên Îranê misoger bikin.