Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

YRK: ‘Dagirkeriya Tirk a têkçuyî dixwaze tola têkçûna xwe ji gel bistîne’

 

FERMANDARIYA YEKÎNEYÊN PARASTINA ROJHILATÊ KURDISTANÊ:
DAGIRKERIYA TIRK A TÊKÇÛYÎ DIXWAZE TOLA TÊKÇÛNA XWE JI GEL BISTÎNE

Di heqe êrişên hewayî yên dewleta Tirk a li ser qadên Pêncewîn û Şarbajêr ên Silêmanî ku gelek zirar li bax û baxçeyên şêniyên herêmê çêbû, Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) daxuyaniyeke nivîskî da.

Fermandariya YRK’ê destnîşan kir ku dagirkeriya tirk weke hêcet Tevgera Apocî nîşan dide lê di esasê de êrişî hemû beşên Kurdistanê û gelê kurd hemûyî dike.

24’ê Tebaxa 2021’an balafirên şer bênavber gelek qadên Pêncewînê, bêserûber bombebaran kiriye.

Di encama vê bombebaranê de tu wendahiyên me tine.

Nûçeyên ku dewleta faşîst a Tirk li ser mijarê belav kirine ne rast in.

Zirarên madî yên gelê me yê Pêncewîn pir zêde çêbûne.

Dijminê ku têk çûye, dixwaze tola xwe ji gelê me yê welatparêz bigire.

YRK’ê xwest gelê Başûr li dijî êrişan bêdeng nemîne û helwestê nîşan bide:

Divê gelê me bizane ku îro ev dewletên dagirker dixwazin hemû destketiyên gelê Kurd ji navê bibin û Kurdistanê dagir bikin.

FERMANDARIYA YEKÎNEYÊN PARASTINA ROJHILATÊ KURDISTANÊ:
EM Ê LI DIJÎ VAN ÊRIŞAN ÇI FEDAKARÎ PÊWÎST BE BIKIN

YRK’ê bi bîr xist ku beriya êrişan di navbera dagirkeran de dîplomasiyeke qirêjî ya bi telefonê çêbûye:

Mijareke din jî bi taybet hevpeymaniya di navbera hêzên dagirkeriya Kurdistanê hatiye çêkirin e.

Beriya êrîşa li ser Şengal, Pêncewîn û Silêmanî pêk bê Kazimî bi rêya telefonê bi serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî;

û li gel Serokkomarê dewleta dagirker a Tirkiyê Erdogan hevdîtin pêk anî û ev êrîş çêbûn.

Meseleya dewleta faşîst ne tenê Bakur û PKK ye, hedefê xwe giştî gelê Kurd e.

Lîstokên têne rêvebirin li ber çav in û gelê me tu carî bi vana naxape.

Li dijî van êrişan em ê tu carî bêbersiv nemînin û ji bo azadiya gelê xwe çi fedakarî lazim be, em ê nîşan bikin.

Heta em van dagirkerên Kurdistanê têk nebin, azadiya Rêberê xwe, gel û axa xwe misoger nekin, em ê vê têkoşîna xwe bi domdarî birêve bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv