Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

YPS/YPS-JIN: Banga hilweşandina sîstema Îmralî dikin

YPS/YPS-JIN got: “Li dijî êrîşên îmha û qirkirin ên faşîzan, banga tolhildan, hilweşandina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmralî dikin.”

Koordînasyona YPS/YPS-JIN di salvegera 23’an a Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

YPS/YPS-JIN di şexsê şehîdên bi sirûda ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ M. Halît Oral û Aynûr Artan hemû lehengên xwe yên di nava 23 salan de têkoşiyan û şehîd bûn, bi minet û rêzdarî bibîr anî.

YPS/YPS-JIN destnîşan kir ku hêza esasî ya 22 sal in sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmralî li ser lingan dihêle û dem bi dem komploya navneteweyî nû dike û didomîne DYE û Konseya Ewropayê ye û got: “Ji xwe îro dewleta TC a qira gelê Kurd tîne, dibe hevkarê sûcên qirker, mêtinger ên faşîst ên li ser gelan. Bi vê yekê 9’ê Cotmeha 2019’an êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir û xwestiye Şoreşa Rojava bi fetisîne. Heman demê 9’ê Cotmeha 2020’ê hêzên komploger TC, Iraq û bi hevkariya KDP’ê jî li ser Şengalê li hev kirin û li dijî civaka Êzidî dest bi êrîşan kirin. Qirkirina bi destê hevkar û xiyanetkariya PDK’ê dixwazin belavî hemû Kurdistanê bikin, li Şengalê pêk anîn.

Rêberê Gelê Kurd bi berxwedanek ku ti nimûneyên wê nîne, komploya 9’ê Cotmehê ya 73 welatan ku di nav de cih girt û dewleta TC a gardiyantiya wê kir, sîstema êşkenceyê vala derxist. Gelê Kurd û ji Ewropa bigire heta Rojhilata Navîn û Cîhanê tim di nava berxwedana de bûn, hemû hewldanên êrîşan vala derxistine.”

YPS/YPS-JIN bal kişand ser êrîşên qirker-mêtinger ên dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku ji 23’yê Nîsanê û vir ve bê navber û bi hemû cûre çekên qedexe, çekên kîmyewî û gazên jehrî jî didome û wiha pêde çû: “Li dijî vê gerîla bi rol û mîsyoneke dîrokî rabûye, berxwedaneke destanî û fedayî van êrîşan vala derdixe, plana çokdanînê vala derxistiye. Dîsa bi sedan ciwanên Kurdistanî yên mîrasê berxwedanê yên ji Çiyageran, Zeryanan, Mehmet Tunçan, Xebatkaran, Sêvêyan, Çekoyan, Arjînan girtî, îro li bajarên Kurditan û metrepolên li Tirkiyeyê li dijî van komplo û êrîşên qirker li ber xwe didin, bi ser faşîzmê ve diçin. Gelê Kurd û şervanên wan ên bi vê vîn û hêzê bi ser dixin, wê bi hêza xwe faşîzm têk bibin. Wê Kurdistan azad bibe, Rêbertî bi fîzîkî azad bibe. Em di erîfeya rojên ku ev yek hemû pêk bên de ne. Carekî din soza hemû lehengên xwe yên şehîd ku di nava 23’an de bi dirûşma ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ şehîd bûne, em ê xeyal û armancên we pêk bînin.

Faşîzim enceq bi xweparastin û hêza xwe û berxwdanê dikare bê hişweşandin. Di vê çarçoveyê de dîrok erk û berpirsyariyên me yên li ber Kurdistan azad û siberojeke azad rê û rêbazan datîne pêşiya me. Li ser vî bingehî di serî de bang li ciwan û jinên Kurd, hemû gelê Kurd ên li her derêne dikin ku li dijî êrîşên îmha û qirker ên faşîzmê tim di nava berxwedan û sîstema êşkence û tecrîdê bişkînin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv