Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

YPG-YPJ’ê jina Êzidî Sîpan Xelîl ji destê DAIŞ’ê rizgar kir

 

YPG-YPJ’Ê SÎPAN XELÎL JI DESTÊ DAIŞ’Ê RIZGAR KIR
JINA ÊZÎDÎ SÎPAN XELÎL PIŞTÎ 7 SALAN GIHA MALBATA XWE

Di komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an de bi hezaran jinên Êzidî ketin destê çeteyên DAÎŞ’ê.

Yek ji van jî Sîpan Xelîl e.

Sîpan 7 salan di destê DAÎŞÊ de ma bû , beriya 10 rojan ji aliyê şervanên YPG-YPJ’ê ve hat rizgarkirin.

Ev jin di nava van salên girtî de zimanê dayikê jî bîr kir û niha nikarê bi Kurdî bi axive.

Sîpan Xelîl bi zimanê erebî hestên xwe dibêje û behsa ya hatî serê xwe dike.

Sîpan wiha behsa wan rojên ku hatî revandin dike.

Di destpêke ez birim gundê Koço ji wir jî Musilê û paşî ez birim Reqayê.

Çeteyên DAIŞÊ hem tundî û hem jî tecawîzî me dikirin.

Û paşê em difirotin çeteyên din.

Li wir bi her cûre êşkencê re em rû bi rû diman.

Sîpan Xelîl diyarkir ku piştî ewqas salan bi hatina Şengalê gelekî kêfxweş e.

Weqfa Koma alîkariyê ya jinên Êzidî, bi piştgiriya şervanên QSD’ê beriya salvegera fermanê, Sîpan Xelîl li ber deriyê Meclisa Gel bi coşeke mezin pêşwazî kirin.

Dema Sîpan digihijê malbata xwe keliyên hestiyar tên jiyîn.

Di merasîma wergirtinê de Endama rêveberiya Weqfa Koma alîkariyê ya jinên Êzidî Ferîde Sado axivî.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv