Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

YJA-Star’ê şehîdên Besta bi daxuyaniyekê bi bîr anîn

 

ŞEHÎDÊN BESTA
YJA-STAR’Ê EW BI DAXUYANIYEKÊ BI BÎR ANÎN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê ji bo şehîdên şerê 5-8’ê Nîsanê yên herêma Besta a Şirnexê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hêzên YJA-Starê û HPGê du rojan derbên giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker dane.

Û bi bîr xist, ku di vî şerî de bi pêşengiya fermandar Nûjîn Sêrt, hevrêyên wan Firat Şax, Hebûn, Ezda, Mizgîn, Dîlan, Hêvî û Tolhildan şehîd bûne.

Fermandariyê ji welatparêzên Kurdistanê û malbatên şehîdan re sersaxî xwest û wiha got:

Dilê Kurdistanê Botanê ji destpêka têkoşîna çekdarî heta niha, şahidî ji berxwedan û lehengiya zarokên herî hêja yên Kurdistanê re kiriye.

Bi saya çanda berxwedanê ya bi hezaran şehîdî afirandine, em weke gel di rûpelên dîrokê de bi serbilindî cihê xwe digirin.

Di daxuyaniya YJA-Starê de fermandar Nûjîn Sêrt a li Besta şehîd bû, weke şopdara vê çanda berxwedanê hat binavkirin.

Fermandariyê bi berfirehî behsa têkoşerî û şoreşgeriya Nûjîn Sêrt kir û wiha got:

Li Botanê beşdarî têkoşînê bû û li wir fêrî gerîlatiyê bû.

Bi kedkarî, wêrekî û fedekariya xwe bû fermandareke ku heval jê hez bikin û baweriyê pê bînin.

Ew bû fermandareke ciwan û pêşeng a YJA-Starê.

Heval Firat Şax jî bi salan li Botanê di nava xebatan de ma û bi disiplîn, hişyariyeke mezin nêzî erka xwe dibû.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê destnîşan kir, ku hêzên YJA-Star û HPG’ê weke dilsoziya bi şehîdên Besta re, wê li Botanê derbên giran li dagirkeriya Tirk bixin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Em radigihînin, ku weke fermandar û şervanên YJA-Starê, di serî de şehîdên Besta, em ê tola tevahiya şehîdên şoreşê hilînin.

Xwîna wan li erdê nehêlin, xeyala wan a Rêbertî û Kurdistana azad bi cih bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv