Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

YJA Star’ê şehîdên Amedê bi bîr anî: ‘Em ê teqez hesabê şehîdan bipirsin’

 

YJA-STAR’Ê ŞEHÎDÊN AMEDÊ BI BÎR ANÎN
“EM Ê TEQEZ HESABÊ ŞEHÎDAN BIPIRSIN”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê ji bo şehîdên 27-29’ê Nîsanê yên Amedê daxuyaniyek da.

Fermandariyê ji welatparêzên Kurdistanê û malbatên şehîdan re sersaxî xwest û wiha got:

Îro herkesî ji berxwedan û lehengiya zarokên herî hêja yên Kurdistanê re şahidiyê dike..

Li ser her bihosta axa Kurdistanê îro gerîlayên jin li ber xwe didin, şer dikin û bi biryardariya azadiyê ber bi serketinê ve dimeşin.

Şehîdên me yên eyaleta Amedê jî li dijî konsepta qirkirinê têkoşîneke bê aman meşandin.

Fermandariyê bi berfirehî behsa têkoşerî û şoreşgeriya her çar cangoriyan kir û wiha got:

Ji fermandarên jin ên şerê gel ê şoreşger hevrêya me Nûjîn Amed her tim têkoşîna li cihên zor û zehmet tercîh kir.

Hêrsa wê ya li dijî dijmin gelekî xurt bû.

Ji Amedê heta Botanê, ji Botanê heta Şengalê, ji Şengalê heta Cîloyê, ji Cîlo jî heta paytexta welatê me Amedê qet nesekinî.

Li ku derê şer û zehmetî hebûya fermandar Nûjîn li wir bû.

Bi kedkarî, wêrekî û fedekariya xwe, herî dawî fermandara me ya Eyaleta Amedê bû.

Heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi sekna xwe nîşan da ku dilsoziya bi jiyana azad û Rêbertî re divê çawa be.

Hevrêya me Berfîn jî ji Rojhilatê Kurdistanê bi rê ket û li Amedê li dijî polîtîkayên dijmin têkoşiya..

Bi hişyariyeke mezin nêzî erka xwe dibû.

Hevrêya me Ronahî jî mîna navê xwe derdora xwe timî ronî dikir û li ser vê bingehê têdikoşiya.

Hevrêya me Avent jî di govenda azadiyê de bi rengê herî fedayî cih girt.

Bû îfadeya nûjen a Zîlan.

Ti carî jiyaneke ji rêzê qebûl nekir û timî bi rengekî awarte dijiya.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê destnîşan kir di serî de şehîdên Amedê ewê tola tevahiya şehîdên şoreşê hilînin.

Xeyala wan a Rêbertî û Kurdistana azad bi cih bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv