Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

YJA-Star: Me soza azadkirina Kurdistanê daye û em ê bi cih bînin

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA YJA-STAR’Ê DAXUYANÎ DA
“ME SOZA AZADKIRINA KURDISTANÊ DAYE Û EM Ê BI CIH BÎNIN”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destîşankirin, ku artêşa Tirk a li Garê li hemberî berxwedana bi fermandariya Şoreş Beytûşşebap têk çû, niha jî ew şoq ji ser xwe neavêtiye û li Zapê, Metîna û Avaşînê yek ji têkçûyîna xwe ya dîrokî dijî.

YJA-Starê gerîla û fermandarên bi awayekî aktîf beşdarî pêngavên şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê bûne silav kirin.

Şehîdên Avaşînê Ekîn, Asya, Çiyager û Dilşêr bi bîr anîn.

Ev bi salan e, şer li her devera Kurdistanê belav bûye.

Li ser hezaran ciwan, jin û gelê me koletî û qirkirin hatiye ferzkirin.

Em gerîlayên YJA-STAR û HPG’ê ji wê kevneşopiyê tên, ku li cihê koletî û bêîradebûnê berê xwe didin mirinê.

Ji lutkeyên Zapê, heta çiyayê Metîna, ji wir heta quntarên çiyayê Cîlo…

Em ji şehîdên xwe fêrî weke jin bijîn, jiyana bi rûmet, hezkirina azad û şerê bi Egîdî bûn.

Bê çawa em ji paşî û dîroka xwe fêrbûne, em ê li ber xwe bidin û biserkevin.

Di daxuyaniya YJA-Starê de hat destnîşankirin, ku şerê li Kurdistanê yê îro, şerê manûnemanê ye

Ev ne tevgereke ji rêzê ye.

Hêzên me yên gerîla gelekî baş dizanin, ku armanca vê tevgerê tinekirina gerîla û qirkirina gelê Kurd e.

Em fermandar û şervanên YJA-Starê dibêjin;

Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em dev ji berxwedanê ti carî bernadin.

Em ê şer bikin û rê nedin dagirkeriyê.

Dost û dijmin, divê her kes bizane, ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê ti carî têkçûyînê qebûl nekin.

Heke hin derfetên dijmin hebin, dilsoziyeke xwebexşane ya gerîla bi Rêbertî, şehîd û îdeolojiya azadiyê re heye.

Me soza azadkirina Kurdistanê da Rêbertî, gel û şehîdên xwe.

Ev soz rûmet e û em ê nedin binpêkirin.

Dijmin çi dike bila bike, wê nikaribe me ji rêya me vegerîne.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA YJA-STAR’Ê DAXUYANÎ DA
“LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DIVÊ HER DEVER VEGUHERE QADÊN ŞER”

YJA-Starê bi navê tevahiya fermandar û şervanên xwe ew peyam da, ku wê şerekî mezin li dijî dagirkeriya Tirk bikin.

Divê her çiyayê Kurdistanê, her bajar û kolanên wê bibin qadên şer.

2021 wê bibe sala serfiraziyê ya gerîlayên azadiyê.

Ruhê fedayî yê di Serfiraziya Garê de, wê li Zagros, Zap, Metîna, Botan, Amed, Serhed, Dersim û Xerza pêl bi pêl belav bibe.

Ev ruh wê dijmin bi awayê dîrokî têk bibe.

Wê beşdariya me weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê 2021’ê li ser xeta hevrê Zîlan be.

Em ji dost û dijminan hemûyan re radigihînin, ku tevahiya hêza me wê veguhere terzê çalakî û jiyanê yê hevrê Zîlan.

Bi vî rengî em ê talûkeyên li dijî Rêbertî û tevgera xwe pûç bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv