Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

YJA Star: ‘Di nava têkoşîna 43 salan de serkeftinên mezin çêbûn’

 

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STARÊ:
DI NAVA TÊKOŞÎNA 43 SALAN DE SERKEFTINÊN MEZIN ÇÊBÛN

Fermandariya biryargeha navendî ya YJA Starê bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da.

YJA Starê salvegera damezrandina PKK’ê pêşî li Rêber Apo pîroz kir û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

YJA Starê diyar kir ku di van 43 salan de berdêlên mezin hatine dayîn û ev nirxandin kir.

Di 43 salan de serketinên mezin çêbûn, li hemberî hegemonyaya dagirker jin îro li Kurdistanê li pêş in.

PKK’ê jin û jiyana azad anîn cem hev. Jinên Kurd di nava PKK’ê de xwe kirin artêş.

Îro jinên kurd pêşengiyê ji jinên cîhanê hemûyî re dikin.

Jinên tevlî PKK’ê dibin, tevlî fikrê azad dibin.

PKK partiya hebûnê ye, misogeriya wê ye ku wê jin siberojeke azad bijîn.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STARÊ:
EGER JIN LI SER XETA JINA AZAD A PKK’Ê BÊN CEM HEV DIKARIN JI KOMKUJIYAN XILAS BIBIN

YJA Starê îşaret bi polîtîkayên qirkirna jinan kir, bal kişand ser xeta têkoşînê û vê peyamê da.

Jin li ser xeta jina azad a PKK’ê werin cem hev, dikarin ji komkujiyan xilas bibin.

PKK ji bo jinan, gelê herêmê û cîhanê rêya rizgariyê ye.

PKK diyariya Rêber Apo ya li me jinan e.

Diyariya ku me ji Rêber Apo standî em ê weke çavê xwe biparêzin, lê xwedî derkevin û mezin bikin.

Divê ti kes tehemûl neke ku, hêza PKK afirandiye Rêber Apo di şertên zindanê de bimîne.

Rêber Apo û PKK ji azadiyê re pêşengiyê dikin.

Siberoja azad bi xwedîderketina li PKK, Rêber Apo û geşkirina têkoşînê mimkûn e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv