Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Yemen: Panoramaya şerekî navxweyî

 

YEMEN: PANORAMAYA ŞEREKÎ NAVXWEYÎ
MEXDÛRÊN ŞER LI SER SERGOYAN LI XWARINÊ DIGERIN

Li Yemenê, bajarê Adenê…

Panaromaya şerekî navxweyî…

Komek malbat, ji bo pariyek nan û ciyek bi ewletir, ji bajarê xwe Hudeydeyê reviyan vê derê.

Li rasta meydanekê konan vedan.

Zarok, mezin, dê, bav niha li ser van sergoyan li xwarinê digerin.

Belkî di nav torbeyên gelaşan de tiştên bikêr jî bibînin; lewma bi baldariyek mezin lêdikolin.

Dayikek wiha behsa jiyana xwe ya giran dike:

“Em ji ber şer, ji Hudaydyeyê revîn Adenê. Em li vir li kampên bêmal dimînin. Xwarina me nîne. Em ji bo zikê zarokên xwe têrkin çop û gelaşên xelkê tevdidin.Şerê navxweyî, em mecbûrê vê jiyanê kirin.”

Li Yemenê, ji sala 2015’an vir ve, di nav çekdarên Hûsiyan û hukumeta navendî de şerekî giran heye.

Li gor raporên Neteweyên Yekbûyî, di nava 6 salê vî şerê navxweyî de, rewşa li welêt hatiye asta krîza herî mezina însanî.

Sedî 80’yê nifûsê muhtacê alîkarî û parastinê ne.

Herê kêm 233 hezar welatî ji ber şer û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.

Bi hezaran malbat jî bûn koçber.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv