Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xwişkên gerîla Wargeş Çavreş li Başûrê Kurdistanê ne

 

JI 3 GERÎLAYÊN PDK’Ê LI XELÎFANÊ ÊRIŞÎ WAN KIRÎ AGAHÎ NÎNE
XWIŞKÊN GERÎLA WARGEŞ ÇAVREŞ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NE

26’ê Tîrmehê hêzên PDK’ê li dora gundê Bêxme yê Xelîfanê êrişî 3 gerîlayan kirin.

Di koma gerîla de fermandar Serwer Serhat, Wargeş Çavreş û Dijwar Berxwedan hebûn.

HPG’ê ragihand, ku ji 26’ê Tîrmehê ve têkilî ji her sê gerîlayan qut bûye û aqûbeta wan ne diyar e.

Ji bo li aqûbeta birayê xwe Wargeş Çavreş bipirsin, xwişkên wî Felek û Fatma Tatli 9’ê Tebaxê çûn Başûrê Kurdistanê.

XWIŞKÊN GERÎLA WARGEŞ ÇAVREŞ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NE
FELEK TATLI: BILA PDK AQÛBETA WAN EŞKERE BIKE, EV NE BIRATÎ YE NEYARTÎ YE

Felek Tatli fikarên xwe têkildarî aqûbeta her sê gerîlayan anîn ziman û ev daxwaz ji PDk’ê kir:

XWIŞKÊN GERÎLA WARGEŞ ÇAVREŞ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NE
FELEK TATLI: PARASTIN’Ê LI CIHÊ AGAHÎ BIDE ME, GEFA GIRTINÊ LI ME XWAR

Xwişka gerîla Wargeş nerazîbûna xwe li ber bêdengiya PDK’ê anî ziman û ev agahî dan:

Endamên saziya îstîxbarata PDK’ê parastinê sebeba nedayîna bersivekê jî bi vê hincetê ji malbatê re ragihandine:

“Mesûd Barzanî wê bê emeliyatkirin, em nikarin van tiştan jê re bêjin.”

Felek Tatli destnîşan kir, ku bi vê yekê jî eşkere dibe ku her sê gerîla di destê wan de ne.

Hêjayî bi bîr xistinê ye, ku xwarziya gerîla Wargeş Çavreş gerîlaya YJA-Starê Gulgeş jî 26’ê Tîrmehê bi birîndarî dîl ket destê artêşa Tirk.

XWIŞKÊN GERÎLA WARGEŞ ÇAVREŞ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ NE
FATMA TATLI: EZ LI BENDA BIRAYÊ XWE BÛM, AGAHIYA QÎZA MIN JÎ DI SER DE HAT

Dayîka Gulgeş û xwişka Wargeş Fatma Tatli jî ev agahî dan:

Fatma Tatli diyar kir, ku bi ti awayî heta niha gerîla Gulgeş nehatiye dermankirin û bi wî rengî xistine zîndanê û got, ez bi keça xwe serbilind im. Heta îro serê xwe li ber kesî netewandî ye.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv