Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xwezaya Kurdistanê qir dikin

 

XWEZAYA KURDISTANÊ QIR DIKIN
DAGIRKER LI AMED Û XARPÊTÊ DARISTANAN DIŞEWITÎNIN LI ŞIRNEX Û BAŞÛR DARAN DIBRIN

Êrişên tevgera dagirkeriya tirk ên li dijî Bakur û Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Li qadên ku tevgera dagirkeriyê lê heye xweza jî tê talan û wêrankirin.

Di van demên dawîn de li Bakur bi taybetî qadên çiyayî yên Amed û Şirnex Cizîrê tên bombekirin û şewitandin, li Başûr jî Herêmên Parastinê yên Medyayê di hedefa wan de ne.

Artêşa Tirk a dagirker, li bejahiya gundê Pirejmanê yê navça Amed Pîranê di dema tevgera leşkerî de agir bi daristanê xist.

Şewata li vê qada daristanî ya li quntarê Çiyayê Gorsê ji 1’ê Hezîranê ve dewam dike.

Hîn jî şewat nehatiye vemirandin. Bi bandora bê, şewat gihîşt gundê Bahçekapi û Çevrecîk ên navça Qerebaxan a Xarpêtê jî.

Şêniyên herêmê hewl didin bi derfetên xwe şewatê vemirînin.

Hat ragihandin ku temamiya daristana li Çiyayê Gorsê şewitiye.

Li Çiyayê Cûdî li texma gundê Şaxê yê navça Şirnex Cizîrê agir bi qada daristanê ketiye.

Li gorî agahiyên ji herêmê tên, li her cihekî liv û tevgera eskerî lê heye, li gel şewitandina xwezayê bi birîna daran talaneke mezin jî dewam dike.

Li Cizîra Botan di bin navê çêkirina qereqol û baregehan de li qadên daristanî yên;

gundên Cifanê, Nerex, Gilindor, Nêvava, Sorbitnê, Bêşêrê, Gundikê Remo û herêmên dikeve texma Gurariştê, Gera Rûviya, Şikêra Kera û Banê Elî bi sedan da hatin birîn.

Qirkirina li Çiyayê Cudî li herêma dikeve besta Tikera dewam dike.

Li ser karê birîna daran û vê talana mezin ku 2 sal in dewam dike sercerdevan kazim Babat heye.

ne bi tenê li Bakur, li Başûrê Kurdistanê jî bi taybetî li qadên ku di kontrola PDK’ê de ne, dar tên birîn.

Li gorî zanyariyan şîrketên xizmê Endamê Polîtburoya PDK’ê Elî Ewnî bi şîrketên dewleta tirk ên weke Cengîz Holdîngê re daran dibirin.

Ev darên hatine birîn bi koordînasyona MÎT’ê dibin Tirkiyê û difroşin.

Parlamantera HDP’ê ya Batmanê Feleknas Uca talan û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bir rojeva meclisa tirk û daxuyaniya sefîrê Tirk ê Hewlêrê hakan Karaçay bi bîr xist.

karaçay gotibû; me ev der kirîne, em daran dibirin û rê vedikin.

parlamanterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn kaçmaz jî talana tê kirin weke qirkirin bi nav kir û bang li cerdevanan kir û ji wan xwest xwezaya welatê xwe ji bo 3 qirûşan tine nekin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv