Nerazîbûn û xwepêşandana rûniştvanên taxa Topzawa ya Hewlêrê ya ji ber nebûn xizmetgûzariyê di roja duyemîn de dewam dike, xwepêşanderan rêya Helwêr-Kerkûkê girtin.
Îro di saetên nîvro de rûniştvanên taxa Topzawa ya bajarê Hewlêrê ji ber nebûna xizmetgûzariyên wekî, “perwerde, tendûristî, av, rê û kanalîzasyonê” îro jî daketin qadê.
Welatiyên ji desthilata Hewlêrê û hikûmeta Herêma Kurdistanê nerazî rêya navbera Hewlêr-Kerkûkê ji hatin û çûyînê re girtin.
Xwepêşenderan rê bi danîna kevir û kerpîçan girtin û li ser cadeya sereke agir pêxistin.
Welatî duh jî weke nerazîbûn zarokên xwe ji dibistanê derxistibûn.