XWEPÊŞANDANA BALÎSAN DIDOME:
ÊDÎ BAWERIYA ME BI HIKUMETÊ NEMAYE
Welatiyên bajaroka Balîsan ku ji ber nebûna xizmetguzariya rêya hatûçûnê hatiye girtin bêzarin.
Xelkê bajaroka Balîsan a Hewlêrê, ji ber nebûna xizmetguzariyan xwepêşandanek lidar xistin û rêya çûnûhatinê li wesayîtên girtin.
Çalakî tevahiya rojê dewam kir.
Rêbîn Ebdulreman têkildarî xwepêşandanê axivî û got: “Berî 10 rojan me aliyên pêwendîdar agahdar kir, lê heya niha bersiv nedane.
Eger daxwazên me pêk neyînin, em çalakiyên xwe berdewam bikin.”