Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xeteriyên hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û encama bêbersiv hiştina bangan wê çi be?

 

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK Û HEVKARIYA PDK’Ê
XETERIYÊN HEVKARIYÊ Û ENCAMA BÊBERSIV HIŞTINA BANGAN WÊ ÇIBE?

Dewleta Tirk û tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi hêza ji NATO’yê werdigire êrişî PKK’ê dike.

Li dijî van êrişan gerîla û Tevgera Azadiyê ya Kurdan berxwedaneke mezin nîşan dide.

Bi taybetî jî gerîla li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ji 23’yê Nîsanê ve pêşî li dagirkeriyê digre.

Lê di vê demê de helwest û siyaseta PDK’ê, berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeriyê qels dike.

Dema Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir, ku “hêzên PDK’ê dixwazin li gelek qadan dor li gerîlayan bigirin û rewş hatiye asta ku şer çêbibe” asta cidîyeta rewşê baştir derket holê.

Armanca PDK’ê bi vê yekê çiye?

PDK dixwaze bi dorgirtina li qadên gerîla têkiliya di navbera hêzên gerîla de qut bike.

Piştî hêzên PDK’ê ketin nav qadên gerîlayan, gelek yekîneyên gerîlayan yên ku divê li dijî dagirkeran şer bikin li hemberî hêzên PDK’ê tedbîr stendin.

PDK bi vî awayî xizmeta ji bo dagirkeran radigihîne.

PKK’ê bi dehan caran ragihand ku ti polîtîkayek wan a li dijî komên Kurdan şer bikin nîne.

Lê PDK ji ber têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re bi kirinên xwe şer sor dike.

PDK jî baş dizane ku eger dijberiya PKK’ê neke bi ti awayî Dewleta Tirk pê re têkiliyan danayne.

Dewleta tirk jî dizane ku li pêşiya dagirkirina Başûrê kurdistanê tenê PKK asteng e.

Lewra Dewleta tirk ji bo di navbera kurdan de şer derxe dest bi lîstikan kiriye.

Derdorên alîgirî yekîtiya Kurdan û xwedî hestên welatparêziyê ji van kirinên PDK’ê gelekî bi tirs û fikar in.

Di wê ferqê de ne, ku dorgirtina û hêz birina qadên gerîla wê gelek xeteriyan bi xwe re bîne.

Ji bo pêşîlêgirtina şerekî ku wê xizmeta dewleta Tirk a dagirker bike, di nav raya giştî ya Kurdan de hestiyariyek mezin pêk hat.

Gel û rewşenbîrên Kurd, hêzên siyasî, hunermed êdî rewşa heyî cîddî dibînin û ji bo PDK’e bidin sekinandin di nava hewldanan de ne.

Li dijî şerekî di navbera kurdan de misêwa bang li PDK’ê dikin ku rê li ber şerê navbera Kurdan venek e.

Dilwazên azadiyê û dostên kurdan ji PDK’ê re dibêjin, ger tu li dijî dewleta tirk alîkariya gerîla nakî, nebe nebe alîkariya dewleta tirk jî neke, dor li qadên gerîlayan negire.

Heke di navbera hêzên taybet ên PDK’ê û gerîla de şerek çêbibe wê ev yek xisareke mezin bide doza azadiyê ya gelê kurd.

Lê heta niha PDK’ê ti bersiv nedaye van bang.

Rayedar û çapemeniya wê li şuna Dewleta tirk, PKK’ê tawanbar dikin.

PDK ji bûyerên diqewimin jî dewleta Tirk qet sûcdar nabîne.

Êdî derketiye holê ku têkiliyên PDK’ê û dewleta Tirk ên li ser esasê dijberiya PKK’ê gihîştiye asteke ku ji hevkarî û xiyanetê jî wêdetir e.

Ji bo berjewendiyê malbatî û eşîrî deskeftiyên kurdan hemûyan dixe xeteriyê, di qada navnetewî de destê kurdan lawaz dike.

Tevî helwesta PDK’ê û çapemeniya wê ya zemînê ji êrişên dagirker ên dewleta Tirk re amade dike jî PKK gelekî bi sebir nêzîk dibe.

Lewra naxwaze bibe parçeyekî lîstika dewleta tirk a kurdan bi kurdan dixwaze bide kuştin.

Ji bo vê jî PKK dibêje, PDK çiqasî şer sor bike jî bila gelê me zanibe ku heta kêliya dawî wê tevgera wan ji şer dûr bisekine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv